PAJK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê teslîmiyet qebûl nekir

Koordînasyona PAJK’ê got ku, “Îroj bi îrade û giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê geşkirina têkoşîna civakî, peywir û berpirsyareke mirovî ya bingehîn e.”

Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) têkildarî 14’ê Tîrmeha 1982’an Rojiya Mirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Çalakiya rojiya mirinê  ya ku bi pêşengiya rêheval Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmeha 1982’an de hate destpêkirin, li Kurdistanê bûye dîroka vejîneke nû.

Tevgera me ya Azadiyê ya Kurdistanê ji roja ku ava bûye û heta niha li ser keleporeke berxwedanê hebûna xwe domandiye û heta îroj hatiye. Berxwedêrî bi pêşengiya Rêber Apo di nav mîlîtanên Apoyî û gelê Kurd de bûye karakterekî sereke. Ev çalakiyên fedaîyane bi xweazadkirinê pêk hatiye. Ev destpêkirinên dîrokî bi xwe re serdemek ava kiriye. Ji ber vê sedemê pêkanîna xeyalên şehîdên me bûye rêgeza sereke ya PKK’ê. Dema ku rêhevalê me Hakî Karer şehîd bû, bi avakirina PKK’ê re bersiva vî tiştî hate dayîn. Bersiva ji bo çalakiya 14’ê Tîrmehê jî Pêngava 15’ê Tebaxê destpêkirina şerê gerîla ye. Heke berxwedaneke wekî ya 14’ê Tîrmehê pêk nehata, ew ê pêngaveke azadiyê ya wekî vêya dibe ku pêk nehata.

Rejîma faşîst a 12’ê Îlonê di serî de li Zindana Amedê li dijî PKK’ê hovîtiyeke mezin kir. Gelek kadroyên me yên pêşeng û sempatîzanên me hatin girtin. Di zindana Amedê de xwestin tevgera me ya azadiyê tune bikin. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk bi çalakiyên Mazlûm û berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pûçkirin. Rêheval Mazlûm bi gotina ‘teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan jî dibe azadiyê’ û îradeya azadiyê daniye holê. Li ser vê berxwedanê Ferhat Kûrtayan jî xwe şewitandine û israra xwe ya azadiyê destnîşan kiriye. Pêşengên mezin ên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş bûne çalakvanên jiyana bi rûmet.

Bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re îradeya PKK’ê hatiye îspatkirin. Giyanê wan ê azadiyê û biryardariya wan hêzeke mezin didin me. Vê berxwedana bi heybet a zindanê li  Kurdistanê bûye têkoşîna azadiyê ya mezin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê tarîtiya rejîma faşîst a 12’ê Îlonê çirandiye û rêya ronahiyê bi têkoşînê daye nîşandan. Îroj bi îrade û giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê geşkirina têkoşîna civakî, peywir û berpirsyareke mirovî ya bingehîn e.

Îroj jî li dijî Serokatiya me, tevgera me û gelê Kurd planên tasfiyekirinê tên kirin. Lê çawa ku li Zindana Amedê hêza giyanê Apoyî hatiye îspatkirin îro jî tevgera me ya azadiyê hatiye asta pêkanîna şoreşa Kurdistanê.

Li ser vî esasî em soza xwe ya ji bo çalakvanên 14’ê Tîrmehê dubare dikin û bangî gelê Kurd dikin ku xwedî li têkoşînê derkevin. Di vê pêvajoya hebûn û tunebûnê de divê bi çalakiyên berxwedanê em vê pêvajoyê wisa bidin domandin. Em bang dikin ku, em bîranînên şehîdên xwe yên qehreman li ser bingeha Kurdistaneke Azad bidin pêkanîn.”