Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desteya qesrê desteya şer û patronan e

Meclîsa Jinan a HDP'ê destnîşan kir ku desteya nû ya wezîran 'desteya şer û patronan' e.

Meclîsa Jinan a HDP'ê encamên civîna xwe ya 9'ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên Rewşa Awarte û newekhev de hatine kirin, lewma ne rewa ye.

Hate destnîşankirin ku gelên Tirkiyeyê meclîsek bêyî HDP'ê qebûl nekirine û li hemberî hewldanên hiştina li binê bendê, HDP ji bendê derbas kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Tifaqa AKP-MHP'ê meşrûiyet û serketina ku di hilbijartinê de li bendê bû bi dest nexist. Ji ber vê yekê, hîn encamên hilbijartinê eşkere nebûn, çeteyên xwe yên çekdar berda nava kolanan.

Têkoşîn û berxwedana me ya li dijî dijminatiya li jinan û demokrasiyê, ya li dijî serweriya mêr û desthilatdariya faşîst wê li her qada jiyanê bidome."

Meclîsa Jinan a HDP'ê di dewama encamnameyê de işaret bi desteya wezîran a nû kir û wiha dewm kir: "Desteya Qesrê desteyeke şert û patronan e. Yên ku digotin wê Tirkiyeyê mîna şîrketeke anonîm bi rê ve bibin, hikumet jî li gorî vê armanca xwe ava kirin. Em ê tenduristiya xwe radestî patronên nexweşxaneyên taybet nekin, em ê hesreta xwe ya ji bo aştiyê radestî serokê fermandariya giştî yê berê nekin, em ê bacên xwe nedin zavayên wan, em ê qadên xwe yên jiyanê, bajar û xwezaya xwe radestî midûrên giştî yên TOKÎ nekin, em ê maf û azadiya xwe nexin destê KADEM'ê."

Di encamnameyê de hate ragihandin ku di dema nû de wê dengê wekîlên jin, meclîsên jinan, rêxistinên jinan, dengê femînîstan hîn bi xurtî derkeve û hate gotin, "Bi vê bîr, bawerî û hêviyê em ê bimeşin. Em dibêjin, rewş bi vî rengî dewam nake, em ê biguherînin."