Jinên Êzidî ji bo 3'ê Tebaxê banga çalakiyan kirin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî diyar kir ku azadiya jinên li Şengalê tê wateya azadiya mirovahiyê û bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo jinên li Şengalê eşkere kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî diyar kir ku azadiya jinên li Şengalê tê wateya azadiya mirovahiyê û bernameya xwe ya çalakiyan a ji bo jinên li Şengalê eşkere kir.

JI BO TINEKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ ÊRÎŞ BI TAYBETÎ LI DIJÎ JINAN HATE KIRIN

Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî bi vê armancê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku êrîşa qirkirinê ya ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2018'an li Şengalê hate kirin dkeve sala çaran.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanc ji vê êrîşê qirkirina tevahiya civaka Êzidî bû, lewma bi rêk û pêk êrîş yekser li jinê hate kirin.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî diyar kir ku piştî pêşmergeyên PDK'ê bi bêdengî ji Şengalê derketin û civaka Êzidî di nava lepên hovîtiya DAÎŞ'ê de bê parastin hiştin, mirovên Êzidî hatin kuştin, destdirêjî li jinan hate kirin, hatin revandin û kolekirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li gorî hejmarên ne fermî ji roja fermanê heta niha zêdeyî 5 hezar jin û zarokên Êzidî hatine revandin û li bazarên koleyan hatine firotin.

Meclîsên Jinên Êzidî cangoriyên fermanê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku wê keç û jinên ku hîn dîl girtî ne ti carî ji bîr nekin û soz da ku wê heta rizgarkirina wan têkoşîna xwe xurt bikin.

'JI BER REJÎMA FAŞÎST A TIRKIYEYÊ METIRSIYA QIRKIRINÊ HÎN DEWAM DIKE'

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi metirsiya qirkirinê ya li ser Êzidiyan hate kirin û hate bibîrxistin ku endamê NATO'yê rejîma faşîst a Tirkiyeyê sala 2018'an bi hevkariya NATO'yê êrîş bir ser Efrînê û bi rengekî hovane mafên mirovan bin pê kir.

Di vê derbarê de hate gotin, "Bi sedan cîhên pîroz ên Êzidiyan hatin talankirin, bi sedan keç û jinên Êzîdî hatin revandin û hîn jî destdirêjî li wan tê kirin. Rejîma faşîst a Tirkiyeyê van kiryaran bi çeteyên DAÎŞ'ê hevbeş pêk anîn. Efrîn ku cihê yekitiya baweriyên mezra botan e, pergala konfederalîzma demokratîk ya jinê îfade dike, tolê ji dagirkeran hiltîne."

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bang li hemû jinên cîhanê kir ku 3'ê Tebaxê weke roja navneteweyî ya çalakiyên li dijî qirkirina jinê bibînin û bi çalakiyên cihêreng balê bikişînin ser rewşa jinên li Şengalê hatin kuştin, dîlgirtin û kolekirin.

3'Ê TEBAXÊ DIVÊ WEKE ROJA ÇALAKIYÊN LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ BÊ DÎTIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tevgera Jinên Kurd wê 3'ê Tebaxê li Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên şermezarkirinê li dar bixe û li her cihî wê saet 18'an ji bo bîranîna cangoriyên fermanê deqeyek rêz bê girtin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hate kirin ku wê rojê li bajar û herêmên lê dimînin dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de plansaziya çalakiyên 3'ê Tebaxa 2018'an ên li Elmanyayê hate eşkerekirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Dem: 3.8.2018

BERLÎN
Meş û mîtîng
Cih: Brandenburger Tor
Saet: 17:00

CELLE
Mîtîng
Cih: Grosse Plan
Saet: 16:00

ACHIM
Mîtîng
Cih: Obernstrasse
Saet: 16:00

BÎELEFELD
Meş û mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 16:00

WESEL
Meş û mîtîng
Cih: Feldmark
Saet: 17:30

SAARBRUCKEN
Mîtîng
Cih: Europagalerie
Saet: 18:00

EMMERÎCH / KLEVE
Meş û mîtîng
Cih: Herzogstrasse
Saet: 18:00

OLDENBÛRG
Meş û mîtîng
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 18:00