Hejmara 10’emîn a Kovara Jineolojiyê derket

Hejmara 10’emîn a Kovara Jineolojiyê derket. Dosyeya vê hejmarê jî ‘Etîk-Estetîk II: Ziman, Çalakî û Teoriya Qencî û Xweşiyê’ ye.

Kovara zanist û teoriyê ya sê mehane ya bi navê Jineolojî hejmara xwe ya Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi dosyeya “Etîk-Estetîk II: Ziman, Çalakî û Teoriya Qencî û Xweşiyê” weşand.

Nivîsên gelek nivîskar, akademîsyen, rojnameger û hunermendan hate weşandin û di kovarê de etîk û estetîk hate nîqaşkirin.

NAVEROKA KOVARÊ

Meral Çîçek çîroka Anne Sexton a Amerîkî ya Jîla Huseynî ya Rojhilatê Kurdistanê; Husna Emek jî ji Bêrîtanan heta Sarayan qala têkoşerên jin dike.

Nagîhan Akarsel li ser meseleya ‘Li dijî dîstopyayê xwedîlêderketina utopyaya me’ nivîsandiye. Di vê hejmarê de hevpeyvîn bi dengbêj Razê ya li Wanê hatiye kirin.

Di heman demê de nivîsên nivîskar, hunermend û rojnameger Rotînda Erdem, Fîdan Can, Nalîn Oztekîn, Fatma Koçak, Mizgîn Tahir, Carol Mann, Jûdîth Bernsteîn, Nesîbe Guneylî, Ekîn Ege, Cejna Mazî, Melek Ozman jî di kovarê de hene.

Kovar di hejmara bê de, ew ê li ser meseleya ‘Metodên berxwedanê yên jinan’ bisekine.

Ji bo kesên ku dixwazin nivîs, pêşniyaz û xêzên xwe bişînin kovarê dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigîhînin kovarê: [email protected]