Têkoşîna li dijî îstîsmarê divê nesekine

Jinên ku li dijî îstîsmarkirina zarokan têdikoşin, bi biryar in ku heta bidawîbûna vê hovîtiyê li qadan bin.

Yên ku herî zêde li ber destavêtin û kuştina zarokan radibin jin in. Jinên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku êrîşên li dijî zarokan û polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê nabe ku ji hev cuda bên nirxandin.

EM ÊDÎ NIKARIN JI CÎRANÊN XWE JÎ BAWER BIKIN

Handan Ûraz a 60 salî rewşa heyî weke rewşeke tirsnak bi nav kir û got, "Em ketine rewşeke ewqasî nebaş ku êdî baweriya me bi cîranên me jî nemaye." Ûraz diyar kir, ev rewş bi nezantiyê nikare bê vegotin û destnîşan kir ku ev rewşa tirsnak ji polîtîkayên AKP'ê cuda nîne. Handan Ûraz bi bîr xist ku kuştina jin û zarokan bê ceza tê hiştin û wiha dewam kir: "Eger Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya vî welatî rabe di mijara îstîsmarkirina zarokan de bêje 'ji carekê tiştek nabe', hingî wê dejenerasyon çêbibe." Ûraz ragihand, cezayê îdamê û xesandinê çareserî nîne û got, cezayên wiha wê pirsgirêkê girantir bike.

Ûraz da xuyakirin ku ji bo pêşî li îstîsmarkirina zarokan bê girtin, wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinan û got, "Li dijî pirsgirêkên bi vî rengî, ji bo guhertina hin tiştan divê em her tim li ber xwe bidin. Eger çareserî wê bibe, ev jî wê dîsa bi jinan bibe. Ji ber ku yên zarok anîne dinyayê dayik in; yên ku wan terbiye û perwerde dikin em in."

BI CIHÊKARIYA JIN-MÊR DEST PÊ DIKE

Nûrdan Ersumer jî diyar kir ku şîdeta li zarokan bûye asta dawî ku sebra mirovan difûrîne û destnîşan kir ku desthilatdariya heyî ji vê yekê berpirsyar e.

Ersumer anî ziman ku her tişt bi cihêkariya navbera jin û mêr dest pê dike û got, ji nêzîkatiya li jinê ya weke çîna duyemîn heta newekheviya di kar de, ji dijberiya perweriya tevlîhev heta otobusên pembe, gotin û kiryarên bi vî rengî rê li ber bûyerên wiha vedikin. Ersumer got, "Divê di navbera her du zayendan de têkilî hebe, ev yek weke tabû neyê dîtin. Cihêkarî di navbera keç û xortan de neyê kirin." Ersûmer destnîşan kir ku beriya her tiştî divê zîhniyet were guhertin."

TRAVMAYÊN MEZIN

Feyzan Asena ya 56 salî bi taybetî bal kişand ser zêdebûna bûyerên destavêtina li zarokên mêr û destnîşan kir ku travmayên wiha wê di dema bê de rê li ber travmayên mezintir veke. Asena da xuyakirin ku kesên xwe li pêşberî jinan qels dibînin bi giranî berê xwe didin zarokan û ji bo cezayên îdam û xesandinê jî destnîşan kir ku ew teqez lidijî vî cezayî ye.

Asena da xuyakirin ku her tişt bi perwerdeyê dest pê dike û got, "Li vî welatî sîstemeke perwerdeyê heye ku gav bi gav li paş dikeve. Perwerde divê li nava malbatê, li dibistanê dest pê bike. Bi taybetî divê perwerdeya ji bo jinan gelekî girîng were dîtin."

Asena diyar kir ku daxuyaniyên desthilatdariyê û bêcezahiştina şîdeta li jinê bûyerên bi her awayî yên şîdetê teşwîq dikin û got, "Yên ku dibêjin, 'ji carekê tişte nabe' rê li ber encamên wiha vedikin." Asena anî ziman ku ji bo guhertina vê rewşê wezîfeyeke mezin dikeve ser milê jinan û got, "Divê jinan ji qadan neçin. Ev yek zelal e."

EM ÊDÎ NIKARIN HILMÊ JÎ BIGIRIN

Gulsum Postaci diyar kir ku şîdeta li zarokan êdî asta bidawîbûna gotinê ye û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê şîdet li her qada jiyanê belav kiriye. Postaci ya 39 salî got, "Welê li me hat ku êdî li her qadê em şîdetê dibînin; şîdet ne tenê li dijî zarokan e, her wiha li dijî xwezayê, heywanan, li dijî her tiştên bedew e. Em êdî nikarin hilmê jî bigirin."

DIVÊ MÊR JÎ TÊBIKOŞIN

Bîrcan Şahîn jî destnîşan kir ku hem daxuyaniyên Diyanetê, hem jî yên rayedarên AKP'ê emînê ji vê yekê re amade dikin û got, ya girîng ew e ku niha û pê ve ew ê çi bikin. Şahîn diyar kir ku divê mêr jî li dijî zayendê xwe dakevin qadan û wiha dewam kir, "Kengî mêr jî li ber vê yekê rabû, hingî em ê karibin bi ser bikevin. Zarok ne tenê yên dayikan e, di heman demê de yên bavê xwe ne. Divê mêr jî xwedî li zarokan derkevin."