Jinên Êzidî yên li Erîvanê tecrîd şermezar kirin

Jinên Êzidî yên li Ermenîstanê dijîn, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Jinên Kurd ên Êzidî yên li Ermenîstanê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Erîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi navê jinên Êzidî yên li Ermenîstanê, Seroka Komîteya Kurdistanê Jînya Qadir axivî.

Qadir diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya tecrîda li ser Ocalan dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd teslîm bigire û got, "Divê em zanibin ku azadiya Kurdan bi azadiya Rêbertî dibe û li gorî vê yekê tevbigerin. Ji bo vê jî eger em rêxistinbûna xwe û karê xwe xurt bikin, em ê karibin Rêberê xwe azad bikin."

'DIVÊ TECRÎD QET JI BÎRA ME NEÇE'

Qadir di dewama axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê û got, "Wezîfeya me ya sereke ew e ku em ti carî tecrîdê ji bîr nekin, têbikoşin û bi erk û berpirsyariya xwe rabin."