Li Sîstan û Belûcistanê sedema zewaca zarokan hejarî ye!

Li eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê temenê zarokên ku dizewicin daketiye 9’an. Rayedarekî diyar kir ku sedema bingehîn a zewaca zarokan hejarî ye.

Li gorî malpera Aftab nûnerê Konseya Bilind ê Eyaletên Sistan û Belûcistanê Azîz Saranî zarokên keç heta pola şeşan dixwînin û piştre li mal dimînin.

Saranî diyar kir ku ji ber pêşdaraziyên olî zarokên keç di 14 û 15 saliya xwe de dizewicin û li hin gundan temenê zewicandina zarokan daketiye heta 9’an. Saranî diyar kir ku sedema bingehîn a zewicandina zarokan hejarî ye.

Zewicandina zarokan li Îranê kêşeyeke giran e. Çendek berê li ser ajansa nûçeyan a Îsnayê şêwirmendê karên ciwanên ê Walîtiya Eyaleta Xorasanê Alî Bakdar Delgoşa gotibû ku “Li gundê Zawehê zarokên keç di 11 saliya xwe de tên zewicandin.”

Delgoşa li Zanîngeha Fedosî ya Meşedê gotibû ku, “Di sala 2017’an de li Tehranê 63 hezar zarokên keç ên biniya 15 salî hatine zewicandin.”

Saziyeke sivîl a ku li Îranê mafê zarokan diparêze di raporeke xwe de diyar kiribû ku di sala 2009’an de 43. 459 zarokên keç ên biniya 15 salî hatine zewicandin.

Di meha Hezîranê de parlementereke jin diyar kiribû ku 24 hezar jinebiyên biniya 18 salî heye.

Di Cotmeha 2013’an de Konseya Mûhafîzên Şoreşê destûr dabûn ku bavek piştî ku zarokeke ne ya wî xwedî dike, piştî 13 saliyê dikare pê re bizewice. Piştî şoreşa Îslamî ya di sala 1979’an de temenê zarokan ji bo zewicandinê yê keçan 13, ê kuran jî bûbû 15. Piştî wê salê her sal bi hezaran zarok bi darê zorê tên zewicandin.