'Jinên Îranî bi ya rejîmê nakin'

Rejîma Îslamî ya Îranê ku 40 sal in zextê li jinan dike, tê gotin ku di mijara 'zexta kincên li derveyî Îslamê' de bi ser neketiye.

Serdozgerê Îranê Mûhammed Cafer Montazerî got, di 'têkoşîna' li dijî kincên jinan de ew bi ser neketine.

Montazerî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (ÎRNA) re axivî û diyar kir ku di mijara kincên 'ne Îslamî' de wan li hemberî bi dehan milyon jinên li Îranê tedbîrên polîsiye û zext kirine, lê bi ser neketine.

Serdozger li xwe mikur hat ku zexta bi hêza dadgrî û polîsan li jinan kirine bi ser neketiye û destnîşan kir ku ji bilî 'xerakirina îmaja navneteweyî ya Îranê' ev yek bi kêrî tiştekî din nehatiye.

Montazerî da xuyakirin ku piraniya jinan ne ji dîn ne jî ji pîvanên kincên Îslamî bawer dikin û got, "Bikaranîna şîdetê li dijî vê yekê encamê bi xwe re nîne û me bi pêş ve nabe."

Li Îranê, li gorî qanûnên şerî, zarokên keç piştî dibin 9 salî û jin, li qadên cemaweriyê neçarin serê xwe binixumînin û nehêlin bedena wan bê dîtin. Jinên ku li ber vê pîvanê radibin, bi 'gunehkarî' tên sûcdarkirin.