Fîgen Yaşar piştî hate berdan, hat destgîrkirin

Hevşaredara navçeya Kopa Mûşê Fîgen Yaşar piştî ku hate berdan li ser îtiraza dozger careke din hate destgîrkirin.

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar duh hatibû berdan. Yaşar piştî 2 sal û 6 meh li girtîgehê ma, duh hate berdan  û li ser îtiraza dozger polîsan bi ser mala Fîgen ya li Taxa Hafiziyê de girtin. Polîsan Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar destgîr kir û birin gerînendetiya emniyetê.