Zexta li Jinnewsê zêde dibe: Doz li midûra nûçeyan vekirin

Daraza Erdogan zexta li ser Jinnewsê zêde dike, doz li Midûr Nûçeyan Safiye Alagaş hate vekirin. Careke dî nüce sûc hatin dîtin.

Derbarê Jinnewsê ku ev cara 8’an malpera wê tê girtin, ji ber nûçeyên ku diweşîne, bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ gilih li Dozgeriya Komarê ya Amedê hate kirin. Bi vê çarçoweyê, derbarê Alagaş doz hate vekirin. Danişîna pêşî ya li ser Alagaş 11’ê Kanûnê wê were dîtin.

NÛÇE DI ÎDÎNAMEYÊ DE BÛNE ‘SÛC’

Di nûçeyan de bikaranîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û endamên YPJ’ê yên ku şehîd bûne, balkişandin ser êrîşên dagirker ên ser Efrînê di îdîanameyê de sûc hate dîtin. Her wiha hin nivîsên bi quncika ‘qelema jinê’ jî bûne delîla ‘sûc.’’

Ji bo Alagaş 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.