Nûçegihana DİHA’yê Orûç hate berdan

Nûçegihana DİHA’yê Şerîfe Orûç a bi BHQ’ê hatibû girtin ji doza jê dihate darizandin hate berdan.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Şerîfe Oruç a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (BHQ) hat girtin, ji 5’ê Tîrmeha 2016’an ve girtî bû û bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin. Rûniştina doza Orûç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat. Rojnameger Oruç bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî danişînê bû û parêzerên wê jî amade bûn.

Dozger berdana Oruç xwest. Parêzeran diyar kir ku miwekîla wan Oruç tu sûcek nekiriye û berdana wê daxwaz kirin.

Piştî demek kurt a rûniştina dozê heyeta dadgehê dema girtina Oruç li ber çavan girt û bi şertê kontrola edlî biryara berdana wê da. Heyeta dadgehê rûniştina doza din taloqî 27’ê Mijdara 2018’an kir.