Mîrateya 108 salan a nûçegihaniya jinan a Kurdan

Ji Kovara Jinê heta bi JIN TV, di 108 salan de, ji 100’î zêdetir organên weşanê bi raman û keda nûçegihanên jinên Kurd giha ber destê xwendekar û temaşevanan. JIN TV ku 30’ê Hezîranê dest bi weşanê kirî, bi vê mîrasê bi rê dikeve.

JIN TV bi dirûşma ‘’Dengê jinê, rûyê jiyanê’’ dest bi weşanê kir. Yek ji taybetmendiya sereke ya  JIN TV ku ji televizyonên dî vediqetîne ji kameravan bigirin ta bi reji, pêşkêşvan, mêvanan tevahî ji jinan pêk tê û jin lê dibine kirde.

Jinên ku di çapemeniya Kurd de bûne kirde bi dirûşma ‘’Dengê jinê, rûyê jinê’’ bi JIN TV avrêkeke dî ava kirin. JIN TV ku 30’ê Hezîranê dest bi weşanê kirî xeteke weşanê ya pir çand, pir hêl daye ber xwe. JIN TV ku bêguman xwedî rêwîtiyeke domdirêj û dijwar e, divê mirov mîna parçeyekî ji ceribandina çapemeniyê ya jinên Kurd a sed salî bibîne.

JIN TIM HEBÛN, BI TEVGERA AZADIYÊ RE BÛNE KIRDE

Em dibêjin ji sed salî zêdetir e; ji ber ku di nîveke pêşî ya sedsala 20’ê de, her çendî sembolik be û kêm were dîtin jî, li gel sorgon û qedexeyan jî em dibînin ku jin jî di nav çapemeniya Kurdan de hene. Piştî nîveke dî, bi taybetî bi geşbûna Tevgera Azadiya Kurd a 40 salî re, di teşebûna çapemeniya Kurd de keda jinê êdî nikare were înkarkirin.

Sûdewar e ku mirov li ceribandina nûçegihaniya jina Kurd binere ku ji kovarê ta bi rojname, ajansa jinan, televizyona inan û li her qadê bûne kirde, bi wesîleya avabûna JIN TV li careke dî dêhn û bala xwe bide ser.

Rêça çapemeniyê li Kurdistanê bi rojnameya Kurdistanê ku 22’yê Nîsana 1898’an dest pê kirî, li gel zext û zordariyan jî, bi berdêlên giran ji hêla jimarê û çawaniya xwe ve heta bi niha hat.

CERIBANDINA PÊŞÎ ‘JIN’ DU HIJMAR DERKETIN

Di dîroka çapemeniyê de rojnameya ‘Kurdistan’ê mîna mîladekê tê zanîn lê piştî ‘Kurdistan’ê bi 20 salan (bi qasî ku tê zanîn) kovara Jinê ya ku 1910’an tê weşandin ji bo jinan mîladek e lê di dîrokê de pir kêm behsa vê tê kirin. Serboriya jinên Kurd ên di medyayê de mirov dikare bi organa weşanê ya Cemîyeta Jinan a Kurd Tealiyê ‘Jin’ê bide destpêkirin.

Di Cemîyeta Jinan a Kurd a Tealiyê de ku paralelî Cemîyeta Tealî ya Kurd de hatî avakirin û armanca wê ew bû ku ‘hişmendiya netewî ava bike’, arîstokratên Kurd hebûn. Kovara ku cih dayî hişmendiya wekhevî û Kurdîtiyê tenê bi 2 hijmaran derket.

Dîsa avrêkeke dî ku mirova dikare behsê bike, kovara bi navê Dinyaya Jinan e ku hemû jinên ji etnîkên Împaratoriya Osmanî de gihabûn hev û dabûne avakirin. Ji ber ku navenda politikaya kovarê bêyî cihêtiya ziman, dîn, mezhep û etnîk, pirsa jinê bû, jinên Kurd jî di vê kovarê de nivîsîn. Kovarak u 1913’an derketî heta bi 1921’ê dom kir. Ji ekîba kovara ‘Jin’ê nivîsên Meziyet Bedîrxan, Fexriye Bedîrxan, Mes’adet Bedîrxan, Fato Nalî hebûn.

LI BENDÊ YE KU SER WÊ WERE RONÎKIRIN

Di navbeyna 1932 û 1950’î de jin di çapemeniya Kurd de bûne nivîskar û rêveber. Mînak Rewşen Bedîrxan li gel Midûrtiya Karê Nivîsê yê Giştî yê Hawarê, her wiha qunciknivîskarî kir. Keça Pîremerdê şaîr Rahmexan jî piştî mirina bavê xwe, 1950’î bû xwediyê îmtîyazê yê kovara Jîn’ê.

Dema ku berhevkariyeke giştî were kirin, di navbeyna 1950-2018’an de li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê 106 kovar, rojname, ajans û malperên înternetê hene ku bi destê jinan derçûne. Dibe ku ev hê zêdetir be. Jiber ku li çar parçeyên Kurdistanê hilberîna jinan li bendê ye ku ser were ronîkirin.

Heke em bi rêjeyî bikin jinên Kurd di navbeyna salên 1950’î de 3 weşan, salên 70’yî 1, salên 1980’yî 6, di navbeyna salên 1990-1999’an de 47, di nabeyna 2000-2009’an de 38 û di navbeyna 2010-2018’an de 23 weşan derxistine.

WEŞANÊN JINAN ÊN LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Li çar parçeyên Kurdistanê rojname, kovar, ajans, malperên înternetê ku bi keda jinê derketine;

Afretî Azad, Afret, Huner, Dengî Jinanî Kurdistan, Karwanî Afret, Afretî Kurd, Xanzad, Dengî Afret, Kadınların Kurtuluşu, Jina Kurd, Tewar, Yekbûn, Jiyan, Sêber, Jinî Emro, Dengî Afretan, Mehabad, Peyamî Xuşkan, Jina Serbilind, Jîn, Dengê Jinên Kurdistanê, Jinê Rabe, Yeksanî, Ji bo Rizgariya Jinan, New Day, Jin, Zîna Nû, Arjîn, Tiruske, Tewar-Javîn, Sinûr, Spêde / Spêdey Nwê, Dengî Jinan, Bêdarî Xuşkan, Ronahî, Roza, Dengê/Dengêk, Jujin, Çarşêw, Îlaf, Nîwey le Yadkiraw, Jiyanewe, Ayinde, Jiyanî Azad, Mîşkat, Mafî Afret, Bangeşey Rastî, Yaşamda Özgür Kadın

Nivar, Jin û Jiyar, Xanimî Ku, Jin û Jiyan, Lawêj/Awêze, Dengî Xaniman, Dengê Jiyan, Nwêkar, Rasan, Pêge, Rêwan, Şawuşka, Dengê Jinan, Dengê Jiyan, Roşnayî, Jinan, Tanrıça Zîlan, Jin û Jiyan Nû, Xatûzîn, Îştar, Behare Zen, Berbang, Hêlîn, Rasan, Berew 8’î Mars, Newaya Jin, Dayik, Komarî Roj, Seday Wê, Hêviya Jinê, Gulcar, Kiçan, Warvîn, Zînê, Rodoz, Rewşen, Raperî, Asoya Jinê, Binevş, KJA, YJA Star, YPJ Star, JINHA, Şûjın, Jinnews, Jineolojî.

PIŞTÎ SALÊN 1990’Î ZÊDETIR BÛ

Destpêka salên 1990’î bi girsebûna Tevgera Azadiya Kurd, bi destpêkirina pêvajoya artêşa jinê çapemenî-weşana jinê geştir bû. Kovara pêşî ya îdeolojîk a jinê ya Tevgera Azadiya Kurd bi navê Jina Serbilind 1993’yan biharî li Ewropa derket.

Rojnameya pêşî ya jinan a Tevgera Azadiya Kurd ‘Jiyana Azad’ jî 8’ê Adarar 1997’an li Silêmanî heftane dest bi weşanê kir. Rojnameyê 1999’an navbeynek da weşanê û 2000’î bi navê Roşna dîsa dest bi weşanê kir. 2004’an bi navê Truska derket. Li Bakurê Kurdistanê 1998’an bi navê ‘’Ozgur Kadin’’ dest bi weşanê kir. Ev kovar piştre navê wê bû ‘’Kadinin Sesi’ û ‘’Ozgur Kadinin Sesi’’.

LI QADÊN GERÎLA CARA PÊŞÎ 2001’Ê KOVARA ‘TANRINÇA ZÎLAN’

Salên 2000’î li ser mijara çapemenî-weşana jina Kurd lêgerîn û xebatên nû çêbûn û bi vê re, cara pêşî li qadên gerîla, kovareke îdeolojîk a navendî  ‘Tanriça Zîlan’ 2001’ê derket. 2001’ê li Başûr-Rojava Dengê Jiyanê, 2004’an organa weşanê ya YJA STAR’ê kovara Star derket. 2003’yan li Rojhilatê Kurdistanê kovara Bahara Zen, 2007’an bi navê Zîlanê dom kir.

Li Ewropa jî vê demê Newaya Jin derket, 4’ê Nîsana 2005’an ji hêla jinên Kurd ve hate derxistin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyêj î 2007’an  kovara Hêviya Jinê derket, ku pirsa îdeolojîk, siyasî, çandî, civakî ya jinê ji xwe re dikire mijar.

JINÊN KU LI PIRSA ‘MÊR WÊ ÇI BIBÊJIN?’ NEFIKIRÎN ÇÛN JINHA AVA KIRIN

Bi armanca ku bibin alternatîfê zimanê nêr, zayendîparêz, jinên Kurd gava pêşî avêtin, çûn ajansek jin ava kirin û pê armanc kirin sirûşta zayendîparêz a nûçeyê biguherînin. Li Bakurê Kurdistanê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) 8’ê Adara 2012’an ava bû. JINHA ya bi navenda Amedê dest bi weşaneke wiha kir ku li dinyayê mînaka wê nîn e.

JINHA ya ku bi dirûşma ‘’Û em dinivîsin. Bêyî ku em pirs bikin bê ka ‘mêr wê çi bifikirin?’ em dinivisin’’ bi rê ketî, bêguman bi wê rêya tevgera azadiya jina Kurd û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geş bû. JINHA 29’ê Cotmeha 2016’an ji hêla dewleta Tirk ve hate girtin. Piştre Gazet Şûjin ya li ser înternetê weşan dikir, beriya ku saleke wê çêbibe, 27’ê Tebaxa 2017’an hate girtin. Jinnên ku bawerî pê anîbûn ku hewceyî bi rêyeke wiha heye ku medyaya wan ew vekiriye, li Bakurê Kurdistnê bi Jinnewsê weşana xwe domandin.

2013’AN RAJIN AVA BÛ

Li Qadên Parastinê yên Medyayê 2013’an, di Konferansa Çapemeniya Jinê ya 2’yan de, bi mebesta geşkirina rêça çapameniya jina azad, Yekîtiya Ragihandinê ya Jinên Kurdistanê (RAJIN) hate avakirin. Li zindanan jî ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd ve qadeke girîng a berxwedanê ye, girtiyên jin heta niha gelek kovar, broşûr û pirtûk derxistine.

Di geşbûn û pêşveçûna çapemeniya jina Kurd de cihê şehîdên jin ên çapemeniyê girîng e. Çawa ku ti tiş ji nebûnê çênabe, di qada çapemeniyê ya jina Kurd mirov dikare li şopa gelek şehîdên çapemeniyê yên jin were, yên mîna Gurbetelî Ersoz, Ayfer Serçe, Nesrîn Teke, Esen Aslan, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan.

Jinên ku mîrataya şehîdên jin ên çapemeniyê dewr girtin, ku armanc dikirin heta hilma xwe ya dawî rastiyêbi gel ragihînin, di salvegera kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez de 9’ê Çile de JIN TV ava kirin. JIN TV ku 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma ‘’Dengê Jinê, rûyê jiyanê’ vebûyî, 30’ê Hezîranê dest bi weşana xwe ya asayî kir.