Li Brûkselê teslîm kirina Taşdemîr hate şermezarkirin

Norwêçê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestîr Tirkiyê kir. Li paytexta Belçîkayê Brûkselê ev bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li paytexta Belkîçayê Brûkselê li ser banga Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi pêşengiya YJK-B’yê ji ber ku Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyê hate  kirin, li Place Sschumanê Norwêç hate şermezarkirin.

Di çalakiyan de Norwêç hate şermezarkirin û bi dirûşmeyan hate gotin, ‘Terorîst Erdogan, hevkar Norwêç’.

Dema ku çalakî dihate kirin, komeke Kurdistanî dosyayek derbarê Taşdemîr dane Sefaretxaneya Norwêçê.

Piştî ku li ber sefaretxaneyê çelenga reş hate danîn çalakî bi dawî bû.