Dilsozên Şoreşa Rojava, dayik in

Dilsozên Şoreşa Rojava ku bi jinê dest pê kir û dom kir dayik in, ku zarokên xwe, dilê xwe, ked û canê xwe dane şoreşê..

YPJ, bi rengê rûyê jinê yê Şoreşa Rojava, ku şoreşa jinê ye derkete pêş. YPJ ku piraniya wê ji jinên ciwan pêk tê, bi têkoşîna xwe, DAÎŞ a ku ji mêrên herî hov çêbûbû, şikand.

Mîna YPJ’ê yek ji kana ku şoreşê jê hêza xwe girtî dayikên şoreşger û dilsoz bûn. Yek ji sedema ku li gel ew qas êrîşan Şoreşa Rojava têk neçûyî dayik in ku dil û zarokên xwe dane têkoşîn û şoreşê.

Bi çîrok û helwesta wan çend gotin li ser dayikên Rojava ku civak ber bi welatparêzî û şoreşê ve birin…

'EM LI VÊ DERÊ JIDAYIK BÛN Û EM Ê LI VAN DERAN BIMIRIN'

Xanim Şêx Hesen a 82 salî li Kobanê taxa Kaniya Kurdî dijî. Hesen a ku bi 6 zarokan e dayikeke welatparêz e. 1980’yî têkoşîna azadiya Kurd nas kiriye. Ji wê demê ve dil daye azadiya Kurdan. Kurê Xanim Şêx Hesen 1996’an tevlî nav refên PKK’ê bûye. Hin ximzên Hesen jî dema ku DAÎŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de anî, di komkujiyê de hatin kuştin.

Dema êrîşa 2014’an a DAÎŞ’ê ziyaneke mezin hatiye ser mala wan. Lê ev ne di xema wê de ye. Dibêje DAÎŞ li Kobanê têk çûye. Ji bo vegera li ser xaka ku şoreşê dijî got, "Dixwazin me ji xaka me qut bikin. Lê li van xakan em ji dayik bûn, em ê li ser xaka xwe bimirin."

Xanim Axa ku deriyê xwe ji Efrîniyan re vekirî jî dibêje, "Pêşî Kobanê xira kirin, piştre Efrîn" û didomîne, "Efrîn Kela Mêran e, Efrîn bûka  Kurdan e. Efrîn gî çîçek, gul û bîn e. Erdogan qil şeytanê dinê ye, xirab kiriye Efrîn e. Efrîn taca zêrîn e, Efrîn ala rengîn e. Heval û Egîd lê rûniştî ne. Erdogan biqewtîne, xeber û mîzginiyê bîne. Xeber û mîzginiyê bîne, ez belav kim şekirê rengîn e."

'ÊDÎ EM BI XWE BAWER IN'

Naîle Mihemed ku li Nexweşxaneya Kobanê xebatkara tenduristiyê ye, 5 salî ye û diya 5 zarokan e. Muhammed bi bîr xist ku şoreşa Rojava ya jinê ye û domand, "Ji bo vê şoreşê, ku em jin pê gihane mafên xwe temen tine. Bi şoreşê re em ji nav dîwarên malê derketin û em ji bo xwe û civakê bûne sûdewar. Êdî em jin ji xwe bawer dikin."

Mihemed li taxa Şehîd Serhed dijî, ku dema êrîşa ser Kobanê şer gelekî lê dijwar bû.  Hema hema serfiraziya li Kobanê li ser hîmê vê taxê pêk hat. Mihmed ji bo ku hay ji vî nirxî heye dibêje ew li taxê vegeriyaye. Mihmed got ji bo ku Kanton ji nû ve were avakirin wan milikên xwe çikandine û ew ji her hêlê ve pişta hev digirin.

DAYIKA KU LI DIJÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIRÎ

Helîme Osman 40 salî ye û dayika 5 zarokan e. Osman li Kobanê hatiye dinê, di nav şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye û dema ku rejim ji Kobanê hatî derxistin di nav pêvajoyê de bûye. Osman ku xaka xwe ji rejîmê pak kirî, dema ku DAÎŞ êrîşê bi ser  Kobanê de tîne jî dikeve parastina bajêr. Osman a ku zarokên xwe şandin Amedê, li gel hevsrê xwe li dijî DAÎŞ’ê di eniya YPG/YPJ’ê de şer dikin.

Piştî ku şer giran dibe şervan Osman ji bajêr derdixin. Hevserê Osman heta ku bajar ji DAÎŞ’ê tê azadkirin li bajêr dimîne, Osman û zarokên wê, piştî ku bajar azad dibe li bajarê xwe vedigerin. Osman niha li Navnda Kongreya Starê peywirdara ewlehiyê ye. Osman got, ‘’ Şoreşa Rojava hînî me kir ku em jiyana xwe, saziyên xwe biparêzin. Ez jî ewlehiya rêxistinya xwe dikim.’’

'MIN SOZ DA ŞEHÎDÊN XWE Û LI BER XWE DA'

Semîra Ehmed a 47 salî û dayika 8 zarokan jî li Kaniya Kurdan dijîn. Dema ku şoreş dest pê dike tevlî nav xebatan dibe. Dema ku DAÎŞ êrîşê bi ser Kobanê de tîne endama Yekitiya Star bûye, ku piştre bû Kongra Starê. Dema ku DAÎŞ’ê bi ser Kobnê de girtî Ehmed ji bajêr derneketiye.

Semîra Ehmed ku niha jî xebatkara Kongra Starê wiha axivî: "Dema ku DAÎŞ hatî em ditirsiyan lê li ber çavê min şervanekî Amedî ji bo parastinê li me bike canê xwe da. Dema ku birîndar bû û kete erdê got, "Ax dayê". Li ber min kete erdê.  Min hewl da ku wî ji erdê rakim û min gotiyê, "diya te ez im". Ji wê rojê ve ji bajêr derneketim. Min soz da wê bedena ciwan a ketî, ez diya wî bûm û min ê welatê me biparasta. Dema şer qet ji Kobanê derneketim. Niha Kobanê azad e û em jinên Kobanê ji bo şoreşê dixebitin û bi hurmet û minet şehîdên xwe bi bîr tînin."