KJK: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê

KJK’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên Kurdistanê pîroz kir û got, ‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê’.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 6’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava-Bakurê Sûriyê pîroz kir. KJK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Bi 19’ê Tîrmehê re vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliya dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketiye. Bi vî nirxî re jî pergala dayikê ku bi hezaran salan hatibû desteserkirin li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe daye der.’’

KJK’ê her wiha bal kişandina ser rista jinê ya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û got, ''Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê, bûyê pisûleya ji wan kesan re ku bi lêgerîna azadiyê ye bikaribe xwe tê de bibîne. Niha jî bûye modêlek ku her kes jê îlhamê distîne."

Daxuyaniya KJK’ê ya ji bo salvegera 19’ê Tîrmehê wiha ye:

"Di destpekê de şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê li Rêber APO, hemû şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd, YPG/YPJ’ê, MSD’ê û li hemû mirovahiyê, bi taybetî taybet jî li gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin.

Rojhilata navîn cihê ku mirovahiyê tîrêjên xwe lê avêtiye û ev tîrêj, ronahî û germahiya xwe daye her derê cîhanê, bûye cihê hemû şoreşên ku ji bo mirovahiyê jiyana xwe li ser berdewam dike. Kok ji vir derketiye,ev kok esîl e û tu carî wê taybetmendiyên xwe ji dest nede. Ew taybetmendî ku bi rengê jinê xwe daye der, mîna civakîbûn, hezkirin, edalet, wekhevî, demokrasî û hwd.

Lê bi hatina hişmendiya desthilatê, her tiştê xweşik, ku civakan xwe bi rê ve dibir serûbinî hev kir. Xwe li ser kolekirina jinê,dizî ,talan,kuştin,şer ava kir û her tim di nav civakan de pirsgirêk çêkir. Ji bo bikaribe desthilata xwe berdewam bike û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Ji ber ku dît ku di kolekirina jinê de wê civak hemû were kolekirin û dît ku civak hemû bê îrade hatiye hiştin û bi vê, pergala xwe ya koletiyê wek ku tiştekî xwezayî be mirovahiyê daye pejrandin.

Pêngava 19’ ê Tîrmehê li Rojhilata Navîn, ew pergala ku dagirkeriyê sînor ji bo mirovahiyê ji hev perçe kiriye, bûye pêngavek ku dawî li vê pergala pençşêrê aniye, ew hilweşandiye. Ev jî bi fikir û felsefeya Rêber APO kiriye, ku ev fikir û felsefe carek din rih daye mirovahiyê û ew ji xewa mirinê şiyar kiriye, mêjiye ku mirî bûye, zindî kiriye û dilê ku gemarî bûye paqij kiriye. Ango bi 19’ê Tîrmehê re vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliya dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketiye. Bi vî nirxî re jî pergala dayikê ku bi hezaran salan hatibû desteserkirin li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe daye der.

Bi 19 Tîrmehê re jin weke gelewêja berbangê bi şewq bû û kir ku her kes bala xwe bide ser. Ji ber vê sedemê îro şoreşa 19 Tîrmehê bûye şoreşa jinê, bûyê pisûleya ji wan kesan re ku bi lêgerîna azadiyê ye bikaribe xwe tê de bibîne. Niha jî bûye modêlek ku her kes jê îlhamê distîne. 19’ê Tîrmehê, ya ku bi pêşengiya jinê pêk tê, hem qaden jiyanê bi gewde kir; (Perwerde, aborî, siyaset, huner, dîplomasî û rêxistinî) û hem jî, ev rêxistinî ya ku bi pêşengiya jinê pêk tê, ji pergala Modernîteya Kapîtalîst re bûye altarnatîf, ku Modernîteya Kapîtalîst civak rizandibû, psîkolojiya wê nexweş kiribû. Ev altarnatîf jî Neteweya Demokratîk e ku careke dî, ew civaka ku Modernîteya Kapîtalîst ew di şexsê jinê de ji hev xistibû komî ser hev kiriye. Niha çi Ereb, Çerkez, Asûr pergala xwe ya xweser ava dikin. Bi pêşengiya jina Kurd, bi îdeolojiya Rêber APO ev daniye holê. Ev îdeolojî li dijî Modernîteya Kapîtalîst şer dike û têkoşîna azaiyê bi rengekî geş rê ve dibe. Sedema ku ev qasa êrîşê dibine ser Rêber APO jî ev e.

Civaka exlaqî û polîtîk bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, bi berdêlên giran heta niha hatiye. Ev Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne ji ber xwe ve pêk hat. Ev şoreş hîmê xw eji têkoşîna 14’ê Tîrmehê girtiye. Heke îro Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî hemû hêzên dagirker bikaribe li ber xwe bide û ketibe sala xwe ya 8’an û hê jî li ser piyan e û her ku diçe geştir dibe tîrêjên xwe dide hemû cîhanê, ev bi keda bi hezaran hevalên şehîd e, ku di vê rêyê de canê xwe dane. Mîna Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Delal, Arîn û Nalînan, ku îro berdewamiya berxwedanê li Efrînê li dijî her cure teknîka pêşketî di şexsê Avesta de hatiye nişandan. Ti caran serê xwe netewandine, bi vî giyanî û bi baweriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jin pêşengiya wê dike, wê pergala Neteweya Demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn were berbelav bikin.

Ji bo ku em bikaribin Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinê em domar bikin, pêdivî pê heye ku pergala Neteweya Demokratîk bi hemû rehendên xwe were birêxistnkirin û yekîtiya jinên li Sûriyê û Bakurê Sûriyê were avakirin."