Îadekirina Taşdemîr li Hambûrgê hate protestokirin

Çalakgera jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr ji aliyê Norwecê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ev teslîmkirin li Hambûrgê hate protestokirin.

Ji ber ku çalakgera jin a Kurd Gulîzar Taşdemîr teslîmî Tirkiyeyê kiriye, li Hambûrgê dewleta Norwecê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya Altina Mercado hate lidarxistin. Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbînê û saziyên jinan ên demokratîk tevlê bûn. Di çalakiyê de ji xeynî Taşdemîr ji bo Tûrgût Kaya jî pankart hate vekirin, ê ku tê xwestin Yewnanistan wî teslîmî Tirkiyeyê bike.

‘EM JI JIYANA WÊ BI FIKAR IN’

Nivîskar Anja Flach di mîtîngê de axivî û diyar kir ku Taşdemîr bi salên dirêj ji bo azadiya jinan têdikoşe. Flach got ku, “Em ji jiyana rêhavala xwe Gulîzar bi fikar in. Norweç a ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, nirxên xwe binpê kiriye û li hemberî hikumeta Erdogan stûyê xwe xwar dike. Em wan şermezar dikin.”

Nûnerê ATÎK’ê jî bal kişand ser nasnameya wan a şoreşger a Gulîzar  Taşdemîr û Tûrgût Kaya û diyar kir ku her du kes jî serbilindiya gelan in.