‘Em bêhiqûqiya li dijî  Leyla Guven qebûl nakin’

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî biryara dadgehê ku ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven da, daxuyanî da û diyar kir ku Leyla Guven vîna hemû jinên Tirkiye  û gelan e. Meclîsê da zanîn ku wê vê bê hiqûqiya li dijî mafê jinê qebûl nekin û têbikoşin.

Meclîsê, anî ziman ku destnedayîna Leyla Guven heye û li gorî Qanûna Bingehîn piştî Hilbijartina 24'ê Hezîranê êdî divê dozên wê bên rawestandin û neyê darizandin. Meclîsê da zanîn ku li gorî xala 83’an a Qanûna Bingehîn tu cudahiya wê ji 598 wekîlên li meclîsê tune ye.

Meclîsê diyar kir ku  darazê bi fermana Qesrê biryar daye û ev biryara hatiye dayîn li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Meclîsê da zanîn ku danişîna dozê taloqî 4'ê Mijdarê kirine û got ku: " Bi vê yekê re rejîma AKP/Qesrê wêneyê rejîma nû ya li Tirkiye û Kurdistanê xêz kiriye. Em ê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin. Leyla vîna me tevan e û em wê bi tenê nahêlin."