JIN
Hemû Nûçe
-
Vejîn: Zextên li ser Rêber Apo, zextên li ser gelê Kurd in
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku armanca plangeriyê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, armanca plangeriyê civaka Kurd û nasnameya Kurd bû. Bi vê plangeriyê xwestin di sedsala 21. de derbeyekî li gelê Kurd bixin. -
TJA: Emperyalîst ji paradîgmaya Ocalan tirsiyan
TJA got: “9’ê Cotmehê û tecrîda mutleq bi hemû hêrsa xwe lenet dikin” û li dijî hêzên komploger banga xurtkirina têkoşînê kirin. -
‘Fikrên Rêber Apo her bi me re ye’
Gerîlayên YJA Star 9’ê Cotmehê Komploya Navnetweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Rêber Apo her çiqasî weke fizîkî ne li cem me be jî, fikrên wî ya ji bo azadiya jinan û gelan her bi me re ye.” -
YJK-E: 9-13’ê Cotmehê li qadan bin
Berdevka Yekitiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) Yildiz Fîlîmcî, hemû gelê Kurd û dostên wan vexwed çalakiyên ku 9-13’ê Cotmehê di serî de li Belçîka, Fransa û Elmanya bên lidarxistin, kirin. -
Pîrebok vegeriyan!
Pirtûka dawî ya rojnamevan-nivîskar Mona Chollet "Hêza zornebirî ya jinan, Pîrebok" (Sorcières, la puissance invaincue des femmes) e. Di pirtûkê de tê gotin, nêçira girseyî ya pîrebokan ne qezayeke dîrokê ye, ne jî dînîtiya çend olperestên tund e. -
‘Jin dive tecrubeyên xwe hevkar bikin’
Di rûniştina sêyan a Konseya Jinan a Navnetewî ya li Frankfûrtê de tecrûbeyên têkoşîna jinan a li cîhanê hate parvekirin. Selay Ghaffar a ji Efganîstanê got têkoşîna li Rojava ji bo wan mînak e. -
Taşdemîr: Jin li dijî tecrîdê wê dengê xwe bilind bikin
Konferansa Reveberiyên Xwecih ku TJA’yê li Stenbolê li dar xistî dest pê kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û got, ‘’Tecrîda li Imraliye tê xwestin ku li hemû Tirkiyê rê ve bibin’’. -
Ji KJK’ê ji bo azadiya Ocalan peyama ‘çalakiya radîkal’
Koordînasyona KJK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘’Girîngiyeke jiyanî ye ku li her deverê rojê 24 saetan çalakiyên radîkal werin kirin’’. -
Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de tecrubeya Rojava hate nîqaşkirin
Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê tê lidarxistin, di roja duyemîn de jî didome. Di rûniştina îro ya konferansê de li ser tecrubeya Rojava hate sekinandin. -
Platforma Rojnamegerên Jin: Em ê bibin şopdarê têkoşîna Gurbetellî
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya ‘Roja Têkoşîn û Berxwedan a Rojnamgerên Jinên Kurd’ pîroz kir. -
Kişanak: Paşeroja demokratîk bi ked û îradeya jinê ava dibe
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo çalakiya danasîna pirtûka xwe ya bi navê "Rengê xemrî yê siyaseta Kurd" peyamek şand û got, "Em qasî çivîkan azad in." -
Konferansa Navnetewî: Divê ked û hebûna jinê neyê binpêkirin
Debbîe Boockhîn di konferansa mijara “Şoreşa di qonaxa pêkhatinê de” ya li Farankfûrtê axivî û wiha got; “Divê kapîtalîzm bê hilweşandin, eger em dixwazin cîhanekî ekolojîk, feminîst ava bikin divê em têkoşînê geştir bikin. -
Berxwedana Dayikên Şemiyê didome
Dayikên Şemiyê tevî astengiya polîsan vê hefteyê jî civiyan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê Huda Kaya hate derbkirin. -
Leyla Guven: Heta ku tecrîd neqede tu kêşe çareser nabin
Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin, diyar kir ku tu bendewariyên wan ji AKP û saziyên darizandinê yên Tirkiyeyê tune. -
Koçerî, gerîla û terciha jiyana birûmet
Dayika Hediye ya ku li nava bajar hewl dide çanda koçeriyê bide jiyîn, kesayeta wê ya cuda û balkêş, girêdana wê ya bi welat û çanda wê re ye. -
Murad: Xelata Nobelê bi jinên cîhanê re parve dikim
Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Kurda Êzidî Nadîa Murat a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate revandin û weke koleya zayendiyê hate bikaranîn. Murad anî ziman ku Xelata Aştiyê ya Nobelê netenê ji bo wê ji bo hemû jinan gelek tiştan îfade dike. -
Jin wê ‘şoreşa ku tê avakirin’ gotûbêj bikin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê wê roja Şemiyê Konferansa Jinan a Navneteweyî ya bi sernavê ‘Şoreşa ku tê avakirin’ bê lidarxistin. -
Salih: Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo hemû Iraqiyan rûmeteke
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Xelata Aştiyê ya Nobelê a ji bo Nadîa Murad a Êzidî hatî dayîn weke ‘Ji bo hemû Iraqiyên li dijî terorê şer dikin rûmeteke’ pênase kir. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecrîd yekan e astengiya pêşiya aştiyê ye
Meclîsa Jinan a HDP’ê, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekan e astengiya mezin a pêşiya aştiyê ye. Meclîsê, li dijî polîtîkayên AKP’ê ya dijminahiya li jinê peyama berxwedanê da. -
TJK-E: Rêberê me pêşî li komployê girt
TJK-E: Xeta jinên azad ku di nava têkoşîna dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye garantiya jiyana azad. -
Li Helep û Şehbayê tecrîd hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Helebê û li Şehbayê hate protestokirin. -
Li Wanê jinan zextên li girtîgehê protesto kirin
Li Wanê jinan li pêşiya girtîgehê politîkayên tecrîdê bi çalakiyekê protesto kirin. -
Li dijî hilweşîna aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ hate avakirin
Meclîsa Jinan, li dijî krîza aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ îlan kirin û bang li hemû jinan kirin. -
Ruhê serdema azad ji aliyê jinên berxwedêr ve tê afirandin
Hejmara meha Cotmehê ya Rojnameya Mehane ya Jinan Newaya Jin derket. -
Pêdiviya wan bi patron nîne!
Elîf Deger û Fatma Ekîncî ku li dijî hişmendiya nêrza li Cizîrê dest dane hev û dikana terzî vekirine. Herdu jinan diyar kirin ku ji bo avakirina cihê xwe yê kar pêwîstî bi patronan nîne.