Murad: Xelata Nobelê bi jinên cîhanê re parve dikim

Xelata Aştiyê ya Nobelê dan Kurda Êzidî Nadîa Murat a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate revandin û weke koleya zayendiyê hate bikaranîn. Murad anî ziman ku Xelata Aştiyê ya Nobelê netenê ji bo wê ji bo hemû jinan gelek tiştan îfade dike.

Xelata Aştiyê ya Nobel a Cîhanê ya 2018’an dan Nadîa Murad û Jinekolok Denîs Mukewege yê Kongoyî.

Bı girtina xelatê re carekî din trajedî û drama jinên Êzidî li tevahî çapemeniya cîhanê bû rojeveke serek e. Protreya Nadîa, jiyana wê û hovîtiya DAÎŞ’ê di çapemeniyê de cihekî berfireh girt. Ji NY’yê bigire heta Serokkomarê Iraqê gelek saziyên navneteweyî û dewlet Naîda pîroz kirin.

Nadîa piştî xelatê daxuyanî da û got: “Tiştên bi serê min hatî ne ewqas hesan bû ku bînim ziman.” Nadîa bibîr xist ku gotina jinên Rojhilata Navîn weke koleyê zayendî tên bikaranîn pir bi zora wê çûye. Nadîa Murad têkildarî Xelata Aştiyê ya Nobelê got: “Ne tenê ji bo min, ji bo hemû jinên li Iraq û tevahî cîhanê gelek tiştan îfade dike.”

 ‘XELATÊ BI JINÊN CÎHANÊ RE PARVE DIKIM’

Nadîa Murad got: “Bi vê xelatê pir kêfxweş û bi rûmet im” û bi dewamî got: “Vê xelatê bi jinên Êzidî, Iraqî, Kurdan û kêmenetewên ku zilm li ser tê kirin û mexdûrên li tevahî cîhanê şideta zayendî li ser tê kirin re parve dikim.”

Murad diyar kir ku hê jî hezar û 300 jin û zarokên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de ne, dema ku qala hovîtiya DAÎŞ’ê dikir bi taybet diyar kir ku jin pir êşê dikişînin û weke amûrên zayendiyê tên bikaranîn.

Murad diyar kir ku dayika wê ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye qetilkirin difikire, diyar kir ku ji bo serketina kampanyayên qirkirinê, berpirsyar bên darezandin banga bi biryardarî tevlî xebatan bibin kir.

Murada got: “Tenê ji bo jin, zarok û kêmeneteweyên din ên zilm li ser tên kirin ji bo jiyaneke hê baştir sînordar nemînin. Ne ji bo şer, rê dayîna mirovahiyê û ji bo pêkanîna vê divê bê navber kar bikin.

Murad, 3’yê Tebaxa 2014’an di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de yek ji bi hezaran jin û zarokên ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandine. Ji derveyî hinek mêrên hatibûn revandin, hema bêje hemû hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Zarokên kur bi zorê çek li destê wan kirin, hewl hatin dayîn ku bibin tetîkkêşên qatilên bavên wan. Jin û keç hatin kirina amura koleyên zayendiyê, bê hed û hesab hatin destavêtin û êşkencekirin. Nadîa Murda dema hatibû revandin 21 salî bû.

Piştî birin Mûsilê û şûnde hate firotin, piştre dîsa hate firotin, dest hate avêtinê, hate êşkencekirin. Yek ji jinên ku ji aliyê misilmanên bajar ve hatiye rizgarkirin bû. Li ser xeta sînor derbasî Başûrê Kurdistanê bû û bi vî rengî ji hovîtiyê rizgar bû.

Murad a li gel dayika wê 6 xuşk û birayên wê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, di sala 2016’an de weke Qasidê Herî Baş ê NY’yê hate hilbijartin, bi erka balkişandian ser qurbaniyên bazirganiya mirovan.

Nadîa piştî ewqas êş bi demekê şûnde li Elmanyayê nîşanî bû. 20’ê Tebaxê li ser hesabê xwe yê Twîtterê li gele wêneyê nîşaniyê notek parve kir û gotibû: “Têkoşîna gelê me em gihandin hev û bi hev re li ser vê rêyê dimeşin.”