Pêdiviya wan bi patron nîne!

Elîf Deger û Fatma Ekîncî ku li dijî hişmendiya nêrza li Cizîrê dest dane hev û dikana terzî vekirine. Herdu jinan diyar kirin ku ji bo avakirina cihê xwe yê kar pêwîstî bi patronan nîne.

Elîf Deger û Fatma Ekîncî yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijîn beriya 4 salan li dijî hişmendiya nêrza û bi gotina ‘bes e’ ji sînordarkina azadiya aborî  re cihê xwe yê kar avakirin. Herdu jin bi vekirina dikana terzî re, hem pîşeyê xwe ava dikin, hem jî  berhemên bi keda jinên din ku hatine çêkirin difiroşin û jinên derdorê xwe jî dixin nava jiyana kar de. Deger û Ekîncî diyar kirin ku divê jin ji malê derkevin û li cihê ku pêwîst bin li kolan û di nava jiyana kar de cihê xwe bigirin.

Elîf Deger (24) a ku ji ber zoriya malbatê jiyana wê ya perwerdehiyê hê dibistana seretayî dawî lê hatî, pêşveçûyina xwe bi rêyên cuda domandiye. Deger got ji zarokatiyê ve eleqeyek mezin nîşanî  karê dirûn û qûmaşan heye, bi qûrsa dirûtinê ya li navenda perwerdehiya gel ji bo xeyalên xwe gava destpêkê avêtiye. Deger a ku piştî qûrsê dirûtinê didomine û dest bi kar kirî piştî sohbeta bi hevala wê ya kar Fatma Ekîncî re biryara avakirina cihê kar didin û bi gotina  “Çima em ji bo kesên din kar bikin! Ji bo ku em karê xwe bikin pêdivî bi patron nîne.” Ketin rê û dikana xwe vekirin.

‘EGER JIN BIXWAZE TU ÎŞÊ KU NEKE NÎNE’

Jinan diyar kirin ku dema biryara avakirina cihê xwe yê kar dane malbatên wan gelek bi wan re bûne alîkar û wiha gotin; “Armanca me mezinkirina xebata me ye, lê hinek caran pirsgirêkên qûmaş em dijîn. Mînak ji bo abiyeyekê em li vir qûmaş peyda nakin. Li Stenbolê qûmaşê baş heye lê ji bo çûyîna wir jî îmkanê me tune ye. Beriya qedexeya derketina derve karê me pir baş bû lê niha di mehê de bi zorê 2 hezar TL em qezenç dikin û qezença me li gorî dema borî nîvî bûye.”

Deger got, gelek bikirên tên pirsa “we çawa ev der vekir, hûn çûn kuderê, hûn çawa fêrî vî karî bûn” dikin û wiha domand; “Gelek nasên min piştî me hewldanên wan ji bo vekirina dikanê çêbûn. Li vir ez ji bo hemû jinan re dibêjim. Bila ji xwe bawer bin. Ger jin bixwaze karekî ku neke tune ye.” Fatma Ekîncî bi gotina ‘Weke jinek ciwan azadiya aborî xistina destê xwe ez gelek pê keyfxweş im’ û wiha domand; “Hinek malbat naxwazin keçên wan kar bikin lê ji bo min tiştek wiha nebû. Çiqas min xwestibe vî karî bikim malbata min jî ewqas alîkarî da. Eger jinek biryarê bide wê di hemû karan de serketî be.”