YJK-E: 9-13’ê Cotmehê li qadan bin

Berdevka Yekitiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) Yildiz Fîlîmcî, hemû gelê Kurd û dostên wan vexwed çalakiyên ku 9-13’ê Cotmehê di serî de li Belçîka, Fransa û Elmanya bên lidarxistin, kirin.

Berdevka YJK-E Yildiz Fîlîcî desnîşan kir ku bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî’ peyama; “Jinên Kurd û Gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statûya Kurdistanê pêk bîne wê têkoşîna xwe bidomîne.” da.

Fîlîmcî diyar kir ku tecrîda giran ev 20 sal in bê navber li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Jinên Kurd û gelê Kurd ji bo şermezarkirin û proetestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li qadan in.

Berdevka YJK-E ji bo çalakiyên ku 9’ê Cotmehê li Bruksel û Strsboûrgê; dîsa 13’ê Cotmehê li Elmanyayê bên kirin banga tevlîbûna çalakiyan kirin.

Berdeva YJK-E her ev tişt got: “Em ê tevlî çalakiyên di bin navê ‘Ji Rêber Apo re azadî’ bibin. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa di serî de bang li jinên ku li Elmanya, gelê Kurd û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên 9’ê Cotmehê tevlî çalakiyên li paytextên YE Bruksel û Strasboûrgê bên kirin, bibin. Her wiha li gelemperiya Elmanya 13’ê Cotmehê li eyaletên Dusseldorf, Berlîn, Bremen, Hannover, Mannheîm, Stûttgart û Frankfûrtê meş û mîtîng tê kirin. Em ê bi van çalakiyan carekî din erk û berpirsyariyên saziyên navneteweyî bibîra wan bixin. Em ê vê peyamê bidin; Rêber Apo, temînata aştî û demokrastiyê ya Rojhilata Navîn e. Gelê Kurd û jinên Kurd, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya Kurdistanê pêk bînin wê têkoşîna xwe bidomînin.”