Li Helep û Şehbayê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Helebê û li Şehbayê hate protestokirin.

Endamên Buroya Jinan a Helebê ya Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Daxuyanî li ber avahiya MSD’ê ya li taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê Şahnaz Mihemed hate xwendin.

Bi heman mebestê li navçeya Ehrez a Şehbayê ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ên Şehbayê daxuyaniya çapemeniyê hate kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Mala Jinan a navçeya Ehrezê Sebah Nasir hate xwendin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku bi fikr û felsefeya Ocalan hemû pêkhate bi awayekî azad ligel hev dijîn û di avakirina civakî de her kes xwedî li peywirên xwe derdikeve. Hate diyarkirin ku jin pêşengiya şoreşê dikin û ew ê jin neteweya demokratîk li vê axê ava bikin.