Şaredarê Beşîktaşê hat binçavkirin
Şaredarê CHP’yî yê navçeya Beşîktaş a Stenbolê Riza Akpolat hat binçavkirin.
Şaredarê CHP’yî yê navçeya Beşîktaş a Stenbolê Riza Akpolat hat binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdîa kir ku rêxistina sûcî ya ku Azîz Ihsan Aktaş serokatiya wê dike bertîlê dide şaredariyan û îhaleyan organîze dike. Di çarçoveya lêpirsînê de Akpolat bi “endambûna rêxistina sûcan”, “pêlîstina îhaleyan” û “xwedîmalbûna neheq” hat sûcdarkirin. Akpolat li Balikkesîrê hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî tê de derbarê 12 şaredaran de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
OZEL Û ÎMAMOGLU BERTEK NÎŞAN DA
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel got “Em li kêleka şaredarên xwe ne û da ku em vê lîstikê derxînin holê em ê bi gelê xwe re têbikoşin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got “ Yên ku dixwazin bi van senaryoyan gel bixapînin bila bizanin ku we nekarî hûn kesekî îkna bikin û hûn ê nikarin îkna bikin. Yê ku nêta wî ne hiqûq be rêbaza wî jî derhiqûqî ye. Em li kêleka şaredarê xwe ne.”