Li dijî hilweşîna aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ hate avakirin

Meclîsa Jinan, li dijî krîza aboriyê ‘Meclîsa Karkerên Jin’ îlan kirin û bang li hemû jinan kirin.

Meclîsa Jinan ku bi tekoşîna li dijî cînayet, tundî, tacîz û neheqiya li ser jinan tê meşandin nav û dengê xwe belav kirine, ji bo pirsgirêkê jinên karker ên di bin krisa aborî de dijîn çaraser bikin xebatên meclîsa jinên karker dan destpêkirin. Jinan têkildarî avakirina meclîsa jinên karker daxuyaniya nivîskî dan. Meclîsa jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku krîza aborî hat ber derî û wiha got: "Kesên bi keda xwe debara xwe dikin şertên dijwar bêtir dijwartir bûn. Şertên di her qadê de ku li gorî yên mêr ne wek hevin, bi tundî û gefan bêtir dijwartir dibe. Ji ber şertên kar ên jinan bêtir dijwar dibe pêdivî bêtir bi rêxistinkirinê heye. Pêdivî bi rêxistin û xeta berxwedanê heye. Ev krîza heyî krisa kapitalizmê ye. Jinên hildiberînin divê xwe bi rêxistin bikin. Her ku diçe kargerî biçûk dibin. Hêjmara karkeran kêm dibin. Banka têk diçin. Bi sedan karker nikarin heqê xwe bistînin. Her roj karker j kar tên avêtin. Patron, ked û heqê karkeran ji destê wan derdixe û li ser wê kedê xwe dide jiyandin. Keda jiman desteser dikin. Rêjeya jinên betal ji sedî 13 ye. Li gel vê yekê bendan li pêş xebata jinê digirin. Jinên ku dixebitin jî keda wan binpê dikin. Jin hem malê û hem jî li kar kedek mezin dide. Jinên bi heqê xwe kar dikin di bin tundiya patronan de kar dikin. Ji şertên mirovî dûr karê dijwar dikin."

Meclîsê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku her krîz kûr dibe kesên ji kar tên avêtin jî zêde dibe û gotin: "Her ku krîz kûr bibe kesên ji kar tên avêtin jî zêde dibin. Yên ewil ji kar tên avêtin jin in. Kapitalizm, wê jinan bişîne malê û hemû karê bê wesîfe yê malê, têxe stiyê jinan. wê jinan bi karê malê bê kar bihêlin û wan bêtir bê hêz bikin. Em destûr nedin dijminantiya kedê û dijminantiya jinan. Em hemû jinên hilberîner bibin yek û bi hevre têbikoşin. Em meclîsên jinên karker ava bikin û xwe bêtir bi rêxistin bikin. Em bi hevre meclîsên jinên karker ava bikin. Jinên ku bi heq kar dikin, ji bo mafê xwe biparêzin divê berî her tişti berê xwe bidin Meclîsê Jinên Karker û li vir li malê xwe bigerin. Herî zêde em pirsgirêkan dizanin û yê herî baş biryara çareseriyê bide jî em in. Divê em li kargerî, fabrîqe û hemû qadên kar bibin yek û bi hevre têbikoşin. Em bi hevre Meclîsên Jinên Karker ava bikin û bi hev re ji bo mafên xwe têbikoşin."