Berxwedana Dayikên Şemiyê didome

Dayikên Şemiyê tevî astengiya polîsan vê hefteyê jî civiyan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê Huda Kaya hate derbkirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 706'emîn de bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê hatin gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Saruhan Oluç, Garo Paylan û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Kuçeya ku çalakî lê pêk hat ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Dayikên Şemiyê xwestin ku biçin Qada Galatasarayê, lê ji ber ku polîsan ew asteng kirin li ber deriyê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Dema daxuyanî dihat dayin polîsan rojnameger dehf dan û ew derbasî ser peyarê kirin.

Di çalakiyê de vê hefteyê daxuyanî Endama Komisyona Windayan a ÎHD'ê Maside Ocak da. Ocak li aqûbeta Ayhan Efeoglu yê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin pirsî. Ocak da zanîn ku sedemên herî girîng ên binpêkirina mafan bêcezabûn, parastina kujer û berpirsan e. Ocak diyar kir ku sedema bêcezabûnê yek jê demborî ye û wiha axivî: "Li gorî peymana navnetewî ji bo sûcên derbarê mirovahiyê de divê demborî ne derbasdar be. Lê Tirkiye vê yekê pêk nîne."

AQÛBETA AYHAN EFEOGLU PIRSÎN

Ocak di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:"Ayhan Efegolu xwendekarê Zanîngeha Teknik Yildizê bû. Ji ber ku têkoşîna demokrasiyê dida gelek caran hatiye binçavkirin û ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye fîşkirin. Di 26'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngehê ji aliyê polîsên sîvîl ve hat destgîrkirin. Ew birin Şaxa Miduriyeta Emniyetê a Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê. Malbata wî ji hemû saziyan pirsî lê hat gotin ku ew nehatiye destgîrkirin. Di sala 2011'an de Polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin anîbû ziman ku Ayhan Efeoglu dema ku hatî destgîrkirin piştre bi êşkenceyê hatiye kuştin."

Ocak  da zanîn ku ew edaletê dixwazin û divê berpirsên Ayhan Efeoglu bê cezakirin.

ÊRÎŞÎ KAYA YA HDP'YÎ KIRIN

Parlamentera HDP' Huda Kaya ji aliyê polîsekê ve hate derbkirin. Parlamenterên HDP û CHP'ê nerazîbûn nîşanî derbkirina Kaya da.

XWESTIN ROJNAMEGERAN DÛR BIXIN

Jinek Rojnameger bertek nîşanî polîsên ku xwestin rojnamegeran bi dûr bixe da û got:"Me del nede." Li ser vê gotinê polîsan gotinên zayendperest bi kar anîn. Dema dayik derbasî ÎHD'ê bûn polîsan mudaxale kirin. Rojnamgerên ku xwestin vê yekê bikişînin bi astengiya polîsan rû bi rû man. Polîsan ji rojnamegeran gotin "Qarta xwe ya çapemeniyê rê me bide" û di heman demê de rojnameger û Huda Kaya hatin derbkirin.

Piştî ku rojnameger ji cihê bûyerê dûr ketin şûnde daxuyanî bi dawî bû. Lê polîs demek dirêj li kuçeya ÎHD'ê sekînin.