Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecrîd yekan e astengiya pêşiya aştiyê ye

Meclîsa Jinan a HDP’ê, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekan e astengiya mezin a pêşiya aştiyê ye. Meclîsê, li dijî polîtîkayên AKP’ê ya dijminahiya li jinê peyama berxwedanê da.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna Meclîsa Jinan a di dîroka 28’ê Îlona 2018’an de pêk hat ji raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de, hat diyar kirin ku di civînê de, derbarê rojevên heyî de nirxandinên berfireh hatin kirin.

Di encamnameya civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de wiha hat gotin: “Krîza aborî û bandora krîzê ya li ser jinan, bi şerê li herêmê, tundî û şerê li dijî destkeftiyên jinan tên jiyîn ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de hat gotin ku divê jin têkoşîna xwe mezintir bikin. Awayê birêve birina krîzê, desthilatdariya zilam tengav dike û tundiyê li jinan dike. Ji ber vê heta bêje dijminantiya li dijî jinê tê kûrkirin û tundiya li ser jinê jî ketober dike. Polîtîkayên ne cezakirinê jî cînayet îstîsmar, destdirêjî û destavêtina jinan zêdetir dikin.”

Di encamnameyê de polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan hat nirxandin û wiha hat rêz kirin. AKP dixwaza destkeftiyên têkoşana jinan ji wan bigire û ji holê rabike. Lê desthilatdariya AKP’ê tim li hemberî têkoşîn û hêza jinê ya ava bûyî gav paşve avêtine. AKP ji bo tevgerên jinan û femînîstan ji holê rabike, bi awayekê faşîzane û dijminantî êrîş dike. Em ê li dijî polîtîkayên tunekirina destkeftiyên jinan di zemînek hevpar de têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê ti carî destkeftiyên xwe winda nekin û destketiyên nû li wan zêde bikin. Em ê têkoşîna xwe ya bi berxwedan û piştevaniyê ve girêdayî mezintir bikin. Em ê tI carî girtina hevalên xwe yên jin qebûl nekin û em dibêjin demildest divê hevala me parlametera Colemêrgê Leyla Guven bê azadkirin.”

Di dawiya encamnameyê de wiha hat gotin: “TecrîDa li ser Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan kûrtir dibe. AKP’a ku li xwe li ser şer, dagirkerî û êrîşên li Sûriye û Rojhilata Navîn ava kirî, êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd berdewam dike. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi awayekê sîstematîk her roja diçe mezintir dibe. Ev tecrîda li ser Ocalan belavî hemû civakî hatiye kirin. Ji bo ku rêyên demokratîk û aştiyane li welat bên vekirin, divê em li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan derkevin. Li dijî dijminantiya demokrasî û jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê, têkoşîn û berxwedan li hemû qadên jiyanê berdewam dike û dê bidome.”