TJA: Emperyalîst ji paradîgmaya Ocalan tirsiyan

TJA got: “9’ê Cotmehê û tecrîda mutleq  bi hemû hêrsa xwe lenet dikin” û li dijî hêzên komploger banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an de ya ji Sûriyeyê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku netew-dewlet bi boneya berjwendiyên xwe siyaseta qirikirinê nêzî sed salî ye li ser gelê kurd birêve dibin û hêzên emperyal felsefeya azadîxwaz û jiyana hevpar a Ocalan ku li pêş dikeve ji xwe re astengiyek mezin dibînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi 9’ê Cotmehê dixwazin civakên bindest û tên mêtingkirin û îradeya polîtîk a gelê kurd ku bi ruhê azadiya jinê derketiye holê tune bikin û wiha hat hat gotin: “Xwestin bi komployê têkoşîna jinan û azadiya gelê kurd bêpêşeng bihêlin û li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê xwestin ji nû ve teşe bikin. Lê bes bi pêşengiya berxwedana bêmînak a Birêz Abdullah Ocalan têkoşîna jinan, ciwanan û tevahiya gelê me armanca komployê pûç derxist. Gelê kurd li dijî desthilatdariya serdest a zilam bi paradîgmay azadiya jinê ya alternatîf hatiye afirandin. Hêzên hegomon ji bo vê pêvajoyê bi tasfiye û înkarê asteng bike, her cûre zext, zordarî û komkujî, qirkirin û dagirkirinê pêk anî. Li Îmraliyê tecrîda teqez xistin meriyete. Êrîşan bi tecrîdê dest pê kir. Komploya navnetewî di salveger 20’emîn de bi tecrîdkirina giran bi awayek nûjenkirî didome. Ev rewş xwe di biryara DMME’yê ya ku îmzeya hemû dewletan li bin e xwe carek din derxist holê. Bêdengiya CPT û raya giştî ya navnetewî ya li dijî şertên dijmirovane yên li Îmraliyê didome û ev yek jî mînakek din a li ber çavan e.”

TJA di daxuyaniya xwe de komploya 9’ê Cotmehê û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ti hêzên dagirker û mêtinger wê nikaribe berxwedana jinan û gelan asteng bike. Li dijî siyaseta tunekirin û komployê em hemû jinan û gelê xwe vedixwînin mezinkirina têkoşînê.”