Leyla Guven: Heta ku tecrîd neqede tu kêşe çareser nabin

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin, diyar kir ku tu bendewariyên wan ji AKP û saziyên darizandinê yên Tirkiyeyê tune.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin, pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand.

Guven, diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn bi awayekî bi lez û surat berdewam dikin û wiha got: “Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, hewl didin herêmê dizayn bikin. Lê ji ber hewldanên berjewendiyê, ev wisan pir hêsan xuya nake. Welatiyên di nava van hewldanên berjewendîperest de cih digirin, li aliyekî çekên xwe bazar dikin û li aliyê din jî hewl didin îhaleya sererastkirina bajarên dîrokê yên wêrankirin, ji bo xwe bigirin. Hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi vê polîtîkayê dixwazin şerê li welatên Rojhilata Navîn kûrtir bikin û rêya mirinê nîşanî gelan didin. Van gelan di bin navê koçberiyê de digirin û mûamelya kotî li wan dikin. Ligel vê jî dikarin bêjin ‘Teqez bila neyên welatê min, ezê evqas fon û pereyan bidim.’ Ev yek ji polîtîkayên kujer ên sedsala 21’emîn ên desthilatdaran e.”

TEKANE ARMANCA TIRKIYEYÊ EV E KU KURD NEBIN XWEDÎ MAF

Guven, anî ziman ku Tirkiye di qada Rojhilata Navîn de tenê ji bo tiştekê têdikoşe û wiha bilêv kir: “Ji bo ku Kurdên li herêmê dijîn, bi tu awayî nebin xwedî maf, hiqûq û statu, dikare li dijî hewldanek herî biçûk a ji bo Kurdan jî weke dewlet tawîzên cîdî bide. Di vî warî de ji bo bi ser bikevin hemû rê û rêbazan diceribînin. Ev polîtîkayeke Komara Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya AKP’ê jî bi hemû leza xwe vê polîtîkayê bi rê ve dibe. Komara Tirkiyeyê kirînên di 80’î salan de kirin, desthilatdariya AKP’ê di 16 salan de kirin. Pêkanînên berê yên xwedî nasnameyên netewperest û Kemalîst, îro desthilatdara faşîst a AKP û MHP’ê bi nasnameya netewperest û dindar pêk tîne. Kirînên li dijî cenazeyan û goristanan mînakên şênber ên van pêkanînan e.”

‘LI WELATÊN CÎHANÊ TECRÎDEKE WISA GIRAN TUNE’

Guven, di dewama nirxandina xwe de wiha got: “Tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan 19 salin bê navber berdewam dike. Li tu welatên cîhanê, tecrîtek wiha giran tuneye. Di şexsê Birêz Ocalan de civakê tecrît dikin. Ev pêkanîna li dijî Birêz Ocalan ne hiqûqî ye. Ev rastiya girtîgehên li Tirkiyeyê û rewşa girtiyên nexweş datîne holê”

Guven, da zanîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, weke du kesên girtî ji bo parlamenteriyê hatin hilbijartin û wiha rêz kir: “Enîs Berberoglu ji xwe ji ber wekîltiyê hatibû girtin. Partiyê cardin wî weke namzet nîşan da. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî ez weke namzet diyar kiribûm. Em her du jî hatin hilbijartin. Min berê jî gotibû, ‘Wê Berberoglu bê berdan û ezê girtî bimînim.’ Ji ber vê berdana Berberoglu min şaşwaz nekir. Heta berdanek derengmayî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî ewil biryar tên dayîn û dûre delîl tên komkirin. Dema berdana wekîlê CHP’ê pir manîdar e. Bi vê berdanê gelek tişt hatine armanckirin. Ji ber ku dê vê berdana weke şûrê Demoklesê li ser serê CHP’ê bihejînin. A yekemîn dixwazin balafira xelatê ya Qatar ji rojeva CHP’ê derbixin. A duyemîn dixwazin ji CHP’ê re bêjin ‘Mêze bikin wekîla HDP’ê girtî ye û wekîlê we hate berdan’ û ya sêyemîn jî ‘Di hilbijartina herêmî de ji tifaqa HDP’ê dûr bisekinin’ bêje. Bi kurtasî ger CHP hinekê jî bêhna AKP’ê teng bike, wê biryarê di Meclîsê de bide xwendin û wekîltiyê betal bike. Berberoglu wê cardin bikeve girtîgehê. Yanî Berberoglu bi zanebûn hatiye berdan.”

‘EZ JI SEROKKOMARIYÊ BIHATAM HILBIJARTIN, EW Ê DÎSA EZ BIGIRTIMA’

Guven bal kişand ser rewşa xwe û wiha pê de çû: “Ger ez ji bo Serokkomartiyê jî bihatam hilbijartin, ezê disan bihatam girtin. Sedema wê pir zelal e. Ez siyasetmedarek Kurd ê ji bingeha siyaseta demokratîk têm. Ev jî besî her tiştî ye. Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye. Ez di wê baweriyê de me ku tu hêviyekê Kurdekê bi tenê jî tuneye. Hûnê êrîşî hemû nirxên bi mîlyonan gel bikin, saziyên wan bigirin, bi dest darazê nehêlin siyasetmedarên wan kar bikin, bêyî ku bêjin pîr û kal, jin û zarok hemûyan bigirin, ligel vê yekê jî hûnê bêjin ‘Daraz serbixwe ye’ û kenê xwe bi aqilê civakê bikin. Hûnê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê bikin û dûre bêjin ‘Em Kurd xwişk û biran e.’ Ev biwêja xwişk û biratiyê derewek mezin e. Tu xwişk û biratiya AKP tuneye. Di du salên dawî de, ez li hemû Kurdistanê geriyam. Min hemû Kurd dîtin, destên xwe radikin hewa û nifiran dikin. Dibêjin ‘Ên ku ev zilm bi me kirin, Xwedî hezar belayan bîne serê wan.’”

Guven di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek mijarên ji berdana min girîngtir hene. Heya ku tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, kêşeyên civakî yên Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Ji ber vê berî her tiştî divê tecrîta girankirî ya li ser birêz Ocalan bê rakirin.”