Ruhê serdema azad ji aliyê jinên berxwedêr ve tê afirandin

Hejmara meha Cotmehê ya Rojnameya Mehane ya Jinan Newaya Jin derket.

Hejmara 163'an a rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ruhê serdema azad ji aliyê jinên berxwedêr ve tê afirandin" derket. Hejmara rûpelên bi Kurdî hatine zêdekirin.

Di hejmara nû de nivîskar Raperîn Mûnzûr li ser "Şehîdên Cotmehê" nivîsiye û dibêje, "Li ku derê jineke berxwedêr hebe, dem û dewran di şexsê wê de bi pêş ve diçe."

Nivîskar Zeynep Kizilirmak jî li ser 7'ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jinên Kurd nivîsî û bal kişand ser rola rojnamevaniya jinê di mijara veguherîna medya û civakî de.

Zeynep Esengul jî Komploya Navneteweyî şîrove kir ku 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Esengul işaret bi têkiliya tecrîda li Îmraliyê bi qirkirina jinê re kir.

Rojda Yildirim li ser rûniştina doza kuştina Saray Guven nivîsî û bal kişand ser "rûyê kujer" ê dadgeriya Elman.

Hevberdevka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Seher Kadîroglû Ataş li ser şewata daristanan a li Dersimê, hilweşandina rewş û xemla bajarê antî Heskîfê, projeyên HES a Semsûr/Kalik û JES a li Îzmîr/Tîreyê nivîsî. Ataş destnîşan kir ku pêwîstî bi lihevkirina bi xwezayê re heye.

Nesrîn Navdar krîza aboriyê, Bêrîtan Sarya rojeva Îdlibê û Evîn Zîlan jî binpêkirina mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve nirxandin.

Di hejmara Cotmehê ya Newaya Jin de nivîsên bîranînê yên Eylem Ronî û Zîn Koçer jî hatin weşandin. Nazan Ustundag bi sernavê "Dokûmanterek", Rûşen Celal bi navê "Guhdarî bike zilamê biçûk", "Zerya Gul bi navê "Ji Girê Keçikan heta Heskîfê", Rûşen Rengîn bi sernavê "Xerakirina xwezayê ruhê mirovan pûç dike", Zîn Zal bi navê "Ziman zindî ye!" û Çarçel Engîzek jî bi navê "Desthilatdariya bîo ya li dijî jinê" gotar di hejmara Cotmehê de nivîsîn.