‘Fikrên Rêber Apo her bi me re ye’

Gerîlayên YJA Star 9’ê Cotmehê Komploya Navnetweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Rêber Apo her çiqasî weke fizîkî ne li cem me be jî, fikrên wî ya ji bo azadiya jinan û gelan her bi me re ye.”

Di sala 1998 an de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji Sûrî derketibû û berê xwe dabû ber bi Ewropayê ve. Weke Abdullah Ocalan jî diyar kiribû “du rê ji bo wî hebû. Yan ew ê çûba çiya ku çiya bi xwe re êrîşên mezin li ser gerîla û gel danî, yan jî ji bo rêya çareserî peyda bike çûba Ewropa.” Ango Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bikok ava bike berê xwe dabû Ewropa. Lê belê netew dewletan ku fikr û felsefeya wî ji bo berjewendiyên xwe yên madî weke talûke didîtin, bibûn yek û komployeke hevbeş dabûn destpêkirin. Rêber Apo piştî çûyîna Atîna, Moskova, Rûsya, Roma, Tacîkîstan (Dûşanbe) û Yewanistanê, li paytexta Kenyayê Naîrobiyê ji aliyê hêzên NATO’yê ve hatibû girtin û 15’ê Sibata 1999’aan radestî Tirkiyê hatibû kirin.

Gerîlayên YJA Starê bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA-Starê Arîn Merwan li ser salvegera destpêka komployê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Gerîla Arîn di destpêka nirxandina xwe de komploya navdewletî lanet kir û wiha got: “ Rêber Apo li hember dagirkeran têkoşîneke bêhempa da meşandin, hê jî li zindana Îmralî têkoşîna xwe didomîne û li berxwe dide. Jixwe herî zêde ev têkoşîna Rêber Apo hêzê dide me û her miroveke azadîxwaz.”

 ‘PARÊZNAMEYA MIN LI KÛ BE EZ LI WIR IM’

Arîn diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo rêya çareserî peyda bike ji SÛriyê derketiye û komploya navdewletî ji bo çi hate kirin wiha anî ziman: “Wê demê hemû netew dewletan li hember Rêbertî bûn yek û komployeke bêehlaqî kirin. Ji ber ku Rêber Apo rûpoşên wan derxist holê hemû dewlet li hember wî komplo dan destpêkirin. Dema Rêber Apo hat girtin, him ji aliyê gerîla him jî ji aliyê gel ve bandoreke pir mezin çêbû. Dema Rêberê me girtin, gotin qey her tişt xilas bû. Lê dewlet jibîr kiribûn ku Rêber Apo li pêy xwe mirovên birêxistinkirî hiştî bû û artêş dabû avakirin. Rêber Apo bixwe jî dibêje, “parêznameya min li kÛ derê be ez li wê derê me’.Ji bo vê jî, dibe ku Rêber Apo di zindanê de ye, em nikarin jê agahî jî bigrin. Lê her çi qasî wek fizîkî, ew ne li cem me be jî, ew ji bo me îrade û hêza herî mezin e, felsefe û fikrên wî li cem me ye.”

 ‘SEKIN Û HELWESTA RÊBER APO JINAN KIR XWEDÎ HÊZ’

Arîn bal kişand li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinan jî. Gerîla Arîn got ku bi saya wî jin êdî serî natewînin û wiha berdewam kir: “Rêber Apo bi taybetî jî li ser azadiya jinan û pê re azadiya civakê kir armanc. Xwest jin ji bin destê zilam derkeve û ji bo ku xwe azad bike têbikoşe. Ji bo vê jî him artêş him jî partiya jinan ava kir.Rêber Apo nehîşt ku zilam li ser jinan biryaran bide. Êdî bi saya Rêbertî jin biryara xwe bixwe didin. Ev sekn û helwesta Rêber Apo jinan kir xwedî hêz.”

 ‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ARMANCA ME YA SEREKE YE’

Gerîlaya Arîn herî dawî bal kişand li ser sedema tevlÎbûna xwe ya li rêfên gerîla û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Sedema tevlÎbûna min a tevgera PKK’ê jî Rêber Apo bû. Min çi qasî pirtûkên wî xwend, fikr û nêrînên wî ew qasî bandor li ser min çê kir. Bi vî awayî ez tevlÎ refên gerîla bûm. Fizîkî azadbûna Rêber Apo û azadiya gelan ji bo me armanca herî mezin e. Em Rêberê xwe ti caran bernadin. Bila gelê me jî bizane, heta em azadiyê bidest nexin emê nesekinin. Em jiyaneke bê Rêber Apo ji xwe re qebûl nakin. Hêviya me ew e ku em bi Rêberê xwe re di welatekî azad de bijîn. Bijî Serok Apo.”

‘KAPITALÎZMÊ JIN KIR KOLE, RÊBER APO JÎ AZADIYA JINÊ KIR AMRMANC’

Gerîlaya YJA-Starê Jiyan Avareş jî li ser salvegera 9’ê Cotmehê axivî û weke gerîlayeke jin nêrînên xwe anî ziman. Jiyan Avareş diyar kir ku, netew dewletan ji ber hêza ramanên Rêber Apo qebûl nedikirin vê komployê dan destpêkirin û paşî jî roja 15’ê Sibatê komplo pêk anîn. Gerîla Jiyan nêrînên xwe wisa bilêv kir: “Em weke gerîlayên YJA-Starê ti caran vê komployê qebûl nakin û hînî bê Rêber Apo jiyankirinê nabin. Têkoşîna me, wê ji bo fizîkî azadiya Rêber Apo berdewam bike. Emê parazname û fikrên wî li her derê bidin jiyankirin.”

Jiyan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke bêhempa dide û wisa berdewam kir: “Pergala kapîtalîzm herî zêde li ser kolekirina jinan bingeha xwe danî û hebûna xwe ava kir. Rêber Apo jî destê xwe dirêjî jin kir û kolekirina jinan qebûl nekir. Jin jî li ser esasî felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kirin. Bi vî awayî li dijî kolekirina jinan hat sekinandin. Dewlet xwestin ku Rêber Apo bixin zindanê û şiyarbûna jinan asteng bikin. Lê berevajî jin behtir girêdayî Rêberê xwe bûn.”

Gerîla Jiyan nirxandina xwe wisa bidawî kir: “Weke şagirtên Rêber Apo em ê hewl bidin ku layiqê kedên wî bibin. Em ê Felsefeya wî ya ji bo jinan û gelan li her derê belav bikin û li hember kolekirina jinan bisekinin. Emê pergala Îmralî perçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn.”