Jin wê ‘şoreşa ku tê avakirin’ gotûbêj bikin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê wê roja Şemiyê Konferansa Jinan a Navneteweyî ya bi sernavê ‘Şoreşa ku tê avakirin’ bê lidarxistin.

Wê kesên ku rûmeta têkoşîna jinê bilind kirine jî konferansê bibin. Wê di rûniştina sekeke ya bi sernavê ‘Krîza serwer a mêr û şerê sîstematîk ê li dijî jinê’ bê destgirtin de, wê ji paşerojê heta roja me ya îro sîstemên ku zextê li jinan dikin bên dest girtin.

Ev jî mijarên mîna; “Lûtkeya sîstema serwer a mêr; dijminahiya kapitalîzmê ya li jinê”, “Krîza sîstematîk a sedsala 21’an; Zorî û astengiyên li pêşiya azadiya jinê”, “Zayendperestî û tesîsa pîroz û girêdana bi kapitalîzmê re” li xwe bigire. Wê piştre jî konferans bi xebatên atolyeyê dom bikin.

Konferans bi bernameyeke dewlemend a gotûbêjan dewam bike. Hinek ji mijarên ku bên nîqaşkirin wiha ne: “Jiyana reşikan a şîna wan nayê girtin û zayendparêziya serwer a spiyan, Şiyarbûna keçên Xudawend; li Rojhilata Navîn şoreşa jinê ya duyemîn, Yên li pişt Gabriel mayîn; di teorî û pratîkê de îtifaqa jinan, Jinek din kêm nabe, Berxwedana şoreşa çandê; rêxistinkirina jinê ya li Afganistan, Têkoşîna azadiyê ya jinê, ji Fîsê heta Kobanê, ji Minbicê heta Reqayê, Felsefeya li pişt cudabûna ji sîstema serwer a mêr, Avakirina sîstema konfederal a jinê; pêkanîna felsefê. Çima ne parastin, parastina rewa ya jinê; mit, heqîqet û riyakarane, Cihên cuda û têkoşînên gerdûnî; tevgerên jinan ceribandinên xwe parve dikin.”

Di rûniştina dawî ya konferanês de jî wê mijara ‘Şoreşa ku tê avakirin; bi hev re siberoja xwe ava bikin’ wê bê gotûbêjkirin.

Wê jinên aktivîst, parêzvanên mafan, hiqûqnasên ji Misir, Îngîltere, Tirkiye û Bakurê Kurdistna, Meksîka, DYA, Rojava û Bakurê Sûriye, Filîpîn, Afganistan, Brezîlya, Fransa, Hindistan tevlî konferansê bibin.