‘Jin dive tecrubeyên xwe hevkar bikin’

Di rûniştina sêyan a Konseya Jinan a  Navnetewî ya li Frankfûrtê de tecrûbeyên têkoşîna jinan a li cîhanê hate parvekirin. Selay Ghaffar a ji Efganîstanê got têkoşîna li Rojava ji bo wan mînak e.

Di rûniştina sêyan de ya bi nave ‘’Qadên cihê û gerdûnî yên têkoşînê: Tecrûbeyên tevgerên jinan’’, aktîvîst, nivîskar û hunermend Jade Danîels axivî. Danîels got yek ji zarokê wan malbatan e ku ji dê û bavê wan hatine qutkirin, ji Efrîkayê hatine qutkirin, bi koletî dane xebitandin, ‘’Her ku dîroka xwe hîn dibim jiyan her roj li me dibû şînîgirî. Em ji rêz û rêçikên xwe hatine qutkirin, ev jî dema ku keştiyan xwe li peravên Efrîkayê danîn, dest pê kiriye.

Ji bo me jinên reşik êş û şînîgirî beşekî girîng ê jiyanê ye. Şîna jinên reşik jî em digirin. Projeya DYA’yê ya mêtinger nikare xwe têxe şûna me. Em ji xwe kirine gorî, ti caran nikarin xwe têxin şûna me. Lê jin her demê li pêşiya têkoşînê ne. Hê jî radibin ser piyan, dibêjin, em li vir in.’’

 ‘JINÊN SÛRYAN, KURD Û SÛRIYÊ JI BO AZADIYA JINAN TÊDIKOŞIN’

Damezirînera Jinên Asûrî û Hevseroka Rêveberiya Kantona Cizîrê Nazîre Goreya got, jinên Suryanî li gel jinên Kurd û Sûriyê ji bo azadiya xwe têkoşin. Goreya got pergala zilamserweriyê li her devera civakê ye, jin bi çarçoweya têkoşîna dijî rejîmên dîktator rêxistiniya xwe dikin.

Goreya bal kişande ser Şoreşa Rojava û got, ‘’Ji bilî şoreşa me, li ti deverê jin û mêr ne weke hev in. Ji bo ev wekhevîtî pêk were em hê jî dixebitin. Hemû bala xwe bidin ser avakirina pergaleke bi dadmendî’’.

Goreya her wiha got ew ji bo demokrasi û mafê mirovan têdikoşin, modernîteya demokratîk bi navenda jinê ye.

RÊXISTINEKE KU JI 42 KOLEKTÎFAN PÊK TÊ: GABRÎELA

Endama GABRÎELA ya Filîpînê Joan Guan got rêxistina wan ji 42 kolektîfan pêk tê û ew li Filîpînan ji bo azadiya jinê têdikoşin. Guan got, jinên gundî, nav malê, karker, xwendekar û dîndar ji bo azadiya her kesî têdikpşin û got, ‘’Em xwedî rêxistiniyeke wiha ne û em dixwazin tecrûbeya xwe par ve bikin.’’

Guan her wiha got ew li Filîpînê dixwazin ji bo şoreşê torekê ava bikin, ji bo mafên sereke têdikşin û diyar kir, armanca wan mirovên çîna navîn û jêr in, projeya wan ji hêla gelek kesan ve bi çarçoweya têkoşîna dijî dijminê hevpar tê destekkirin.

 ‘FEMÎCÎD Û TUNDIYA LI SER JINÊ BI HEV VE NAYÊ GIRÊDAN’

Ji UNESCO Brezilyayê Rîta Segato got li Amerîkaya Latîn êrîşa bi tundî ya li ser bedena jinê têkilî femicîdê nayê şîrovekirin û got  niha li Guatemala, Salvador û Hondurasê tundiya li ser jinê pir zêde ye, li Meksîka û Kolombiya komkujî pir zêde ye.

Segata her wiha got DNA’ya netewdewletê bi hişmendiya zilam serweriyê ye.

‘EM BERXWEDANA JINEN KOBANÊ JI XWE RE MÎNAK DIGIRIN

Ji Efganîstanê Selat Ghaffar bal kişande ser têkoşîna Rojava û got, ‘’’Têkoşîna Kobanê û Efrînê ji bo me mînak e. Derfetên jinan li Kurdistanê pir zêdetir in.  Emperyalîzm ku dixwaze cîhanê ji hêla aborî û siyasî ve dagir bike, berxwedaniya jinên Kurdistanê, Îranê, Efganîstanû Fiîstînê ji bo me mînak e.’

Ghaffar got li tevahiya cîhanê gelek cure tundî li ser jinan tê kirin û got, ‘’Weke mekîneyên zarokanînê li me dinerin. Tehdeya ku li dibe li heywanan nabe. Dema ku bêyî destûra hevserê xwe em ji mal dertên êşkenceyê li me dikin.’’