BI DÎMEN

Jinên Kantona Firatê: Hêviya me bi hêza me heye; em ê dagirkeriyê têk bibin

Jinên kantona Firatê diyar kirin ku bila dewleta Tirk baş bizanibe em ne ew Kurdên berê ne, em hene û em ê bi hêza xwe dawî li dagirkeriyê bînin.

Dewleta Tirk ev demek e bênavber êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, lê belê êrîşên jixwe ji avabûna şoreşa Rojava heta niha li ser destkeftiyên şoreşê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi gelek maskên cûda êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Cara ewil bi rengê DAÎŞ’ê êrîş kir ku di Kobanê de bû yekem têkçûna wan; niha jî rasterast bi rûyê xwe û bi çeteyên xwe yên SMO`yê êrîş dikin. Li hemberî vê êrîşê jî QSD û YPJ`e berxwedaniyeke dîrokî raber dikin. Têkildarî vê yekê jinên kantona Firatê ji ANF`ê re axivîn.


Diya Şehîd Egîd Cemîla Şehîn anî ziman ku bi hezaran komkujî li me kirin, bi hezaran gelê me di bin komkujiyan re derbas bûn, niha jî em dibêjin ku em li vir in, em êdî naqedin û wiha pêde çû :" Keç û Xortên me ji bo azadiyê li ber xwe didin. Em ê di vê oxirê û ji bo azadiyê bêdudilî kezeba xwe jî bidin. Heta me kezeba xwe jî da, lê em ne poşman in. Banga min ji hevrêyên Egîd ew e ku divê rabin ser piyan; ew jî Egîd in, silavên dişînim ji berxwedaniya QSD`ê, em ê hebin û em hene."
Fatme Mihemed Îsa, dayîka Şehîd Murad anî ziman ku QSD û YPJ`e hêza wan in û got:" Divê em dayîkên şehîdan bi giştî rabin ser piyan, em  li hemberî vê talan û wêranê rabin û em vê talana ku ew dikin qebûl nekin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe nizanin dê çi bikin, loma talanê dikin. Lê ew ê bi hêza QSD`ê jî tune bibin. Çeteyên dewleta Tirk ji ber berxwedaniya QSD û YPJ`ê direvin."


Berdevka Jin a Çelebiyê Emîne Mistefayê jî destnîşan kir ku wê Kobanê ji bo dagiran bibe xeyal û wiha pêde çû:" Em bi hezaran in û em li pişta hêza xwe ne; vaye bi roj û şev, gelê me seferber e, li qadan e û parastina welatê xwe dike. Em dikarin bêyî her tiştî bimînin, lê em nikarin bêyî axa xwe bimînin. Kobanê wê bibe qilçix û di qirika wî de bimîne. Çawa Beşar hilweşiya, wê dewleta Tirk jî hilweşe; em ê ji 7 salî heta 70 salî em ê li pey hêza xwe bin. Çima kes nabêje gelo ev çeteyên DAÎŞ’ê ji ku ve tên? Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, veger tune ye, yan serkeftin yan serkeftin."