Pîrebok vegeriyan!

Pirtûka dawî ya rojnamevan-nivîskar Mona Chollet "Hêza zornebirî ya jinan, Pîrebok" (Sorcières, la puissance invaincue des femmes) e. Di pirtûkê de tê gotin, nêçira girseyî ya pîrebokan ne qezayeke dîrokê ye, ne jî dînîtiya çend olperestên tund e.

Kesên ku li Ewropaya Ronesansê dihatin sûcdarkirin ku pîrebok in, gelo bi rastî jî kî bûn? Van sedsalên terorê, kîjan jin sansur kir, tine kir û tepisand? Pirtûka ji 232 rûpelî ya ku li Fransayê ji aliyê weşanxaneya Éditions Zones/La Découverte ve hate çapkirin, bi nêrîneke femînîst bersivê dide van pirsan. Mona Chollet destnîşan dike ku nêçira pîrebokan a ku di sedsalên 16 û 17'an de pêk hat, cîhana heyî afirand.

Chollet qala berxwedana pîrebokan kir: "Nêçira pîrebokan carna malbatek bi temamî ji holê rakir, hin pratîk û nêzîkatiyên 'nedihatin qebûlkirin' bi awayekî herî bê rehm tepisand û bi vî rengî tevkarî li afirandina cîhana heyî kir. Eger ev nehatibûya kirin, pêkan e ku civakên gelekî cuda niha hebûna. Ji aliyê tercîhan, rê û rêbazên mehkûmkirinê ve ji me re qala tiştan dike."

Chollet destnîşan dike ku nêçira pîrebokan ne qezayeke dîrokê ye, ne jî dînîtiya olperestên tund e û wiha dewam dike: "Wê demê cihê jinan ê li nava civakê gav bi gav mezin dibû. Tirsa ku ji ber vê yekê derket holê rê li ber şîdetê vekir."

Nivîskar ragihand, ji sedsala 15'an û pê ve reşkirina pîrebokan bandoreke mayinde li civakan kir û bi bîr xist, hîn jî jin di fîgurê pîrebokê de tên nîşandan.

Mona Chollet di pirtûka xwe de bi kurtasî dibêje, "Tê dîtin ku zayendîperestiya hemdem beşek ji kevneşopiya demdirêj a nêçira pîrebokan e. Jinên nezewicî, extiyar, bî û yên ku nedixwestin zarokan bînin dinyayê, di sedsalên 16 û 17'an de dibûn hedefa şîdetê. Niha jî jinên ku xwe ji rehên 'pîrektiyê' rizgar kirine, dibin mexdûrên pratîk û gotinên zayendîperest."

Chollet destnîşan kir ku "pîrebok" niha jî li her derê ne û wiha dewam kir: "Pîrebok ji aliyekî ve qurbana mayinde ya 'edaletê' ye. Ji aliyê din ve jî serhildêreke bi biryar û bidestneketî ye."

BICIRIFIN, PÎREBOK VEGERIYAN!

Mona Chollet ji hejmara Cotmehê ya kovara Le Monde Dîplomatîqûe re nivîsî û bi taybetî bal kişand ser rêbazên çalakiyan ên bi hezaran jinên ku li ber Serokê DYA'yê Donald Trûmp rabûn. Chollet got, "Bicirifin, vaye pîrebok vegeriyan." Kovarê jî işaret bi çalakiyên femînîst û anarşîstên li Fransayê yên li dijî qanûna kar kir û got, "Li Fransayê jî pîrebok balê dikişînin ser xwe."