Salih: Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo hemû Iraqiyan rûmeteke

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Xelata Aştiyê ya Nobelê a ji bo Nadîa Murad a Êzidî hatî dayîn weke ‘Ji bo hemû Iraqiyên li dijî terorê şer dikin rûmeteke’ pênase kir.

Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih piştî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dayîna Nadîa Murat a 25 salî ku di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê weke koleya zayendî bikar anî û şûnde bi telefonê lê geriyaye. Salih ê Murda pîroz kir got: “Ji bo hemû Iraqiyên li dijî terorê û xweşbîniya oldariyê rûmeteke.”

Salih ê daxuyaniyek li ser hesabê Twîtterê parve kir got: “Naskirina rewşa bêhêviyê’.

Cara yekeme ku Kurdek di heman demê de welatiyeke Iraqî hêjayî Xelata Nobelê tê dîtin. Naîda Murad a di rewşa heyî de li Elmanyayê dijî, li gel doxor Denîs Mûkwege yê Kongoyî hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatin dîtin.

Mûrad yek ji hezaran jin û keçên ku di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an ji aliyê wan ve hatibû revandin. Piştre Murat ji destê çeteyan rizgar bibû.

Rêxistina civakî ya parastina Êzidiyan a li Iraqê Yezda got: “Îro Êzidiyên ku di qirkirin û hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê re derbas bibûn û kêmeneteweyên din rojeke taybet e.”

Murat a li gel dayika wê 6 xuşk û birayên wê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, di sala 2016’an de weke Qasidê Herî Baş ê NY’yê hate hilbijartin, bi erka balkişandian ser qurbaniyên bazirganiya mirovan.