Taşdemîr: Jin li dijî tecrîdê wê dengê xwe bilind bikin

Konferansa Reveberiyên Xwecih ku TJA’yê li Stenbolê li dar xistî dest pê kir. Berdevka Meclîsa Jinan a  HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û got, ‘’Tecrîda li Imraliye tê xwestin ku li hemû Tirkiyê rê ve bibin’’.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbolê ‘Konferansa Rêveberiyên Xwecih’ pêk anî. Konfernas li avahiya Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi tevlêbûna wekîlên HDP’ê, rêveberên bajêr û navçeyan pêk hat. Taşdemîr Nadya Murad a Êzîdî ku ji ber têkoşîna dijî DAÎŞ’ê xelata Nobelê ya Aştiyê standî pîroz kir û got, ‘’Têkoşîna jinan ev hişmendî teşîr kir. Yek ji wan jinan ku têkoşîna vê dayî Nadya bû. Em careke dî wê pîroz dikin.’’

Taşdemîr her wiha bal kişande ser çalakiya Dayikên Şemiyê, êrîşa polîsan a li ser wekîla HDP’ê Huda Kaya şermezar kir.

‘DIXWAZIN FAŞÎZMÊ BI SAZÛMANÎ BIKIN’

Taşdemîr bal kişande ser AKP’ê, got hewl didin ku faşîzmê bi sazûmanî bikin, her wiha li ser polîtîkayên AKP’ê ya li dijî jinan jî got, ‘’Dest datînin ser destkeftiyên jinan ku bi salan bi têkoşînê bi dest ve anîbûn’’.

Taşdemîr bal kişande ser terora rehînkirinê ya jinan û got, ‘’Ev nêzî 3 sal in plana têkbirinê sazkar kirin. Lê vîna ku li ber wan serê xwe natewîne, teslîm naber derkete holê. Em ê xwedî li wan saziyên jinan ên desteserkirî derbikevin û heta ku em qeyûman paş de vegerînin cihên ku jê hatin wê têkoşîna me bidome.’’

Taşdemîr tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir, bi bîr xist ku ev nêzî 20 salan e tecrîd li ser Ocalan hatiye danîn û got, ‘’Nehiqûqiya li Imraliyê, tecrîda li Imraliyê dixwazin li hemû Tirkiyê berbelav bikin. Niha li Tirkiyê nehiqûqî û tecrîdenek giran heye. Em baş dizanin ku tecrîd bi şer re pir ji nêz ve têkildar e. Zêdebûna tundiya li ser jinan ji vê polîtîkayê ne bêrî ye. Em dixwazin ku tecrîd demildest rabe û Birêz Ocalan azad dibe. Em jin em ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. ‘’