Li Brezîlyayê hezaz: Herî kêm 7 kes mirin
Li eyaleta Minas Geraisê ya li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde hezazê rû da. Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes winda bûn.
Li eyaleta Minas Geraisê ya li başûrrojhilatê Brezîlyayê ji ber barana zêde hezazê rû da. Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes winda bûn.
Li gorî şaredariyê ku roja Yekşemê daxuyanî da, şeva Sêşemê li bajarokê Ipantingayê ku nifûsa 227 hezar kes e 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Yek ji qurbaniyan zarokek 8 salî bû ku di binê xanî de ma ku ji ber hezazê hilweşiya. Wezîfedarên rizgarkirinê her wiha li 3 kesên di binê heriyê de man digerin.
Par jî hewayê bandoreke giran li Brezîlyayê kir. Li başûrê vî welatî ji ber lehiyê di mehên Nîsan û Gulanê de zêdeyî 180 kes mirin, xisareke mezin a madî bû.
Li gorî pispor û hikumetê ji ber germahiya global par ziwatiyeke mezin li vî welatê herî mezin ê Latîn Emerîkayê rû da. Ziwatî li Amazonan bû sedema şewatê û sala 2024'an zêdeyî 140 hezar carî agir bi herêmê ket.