Li gundên Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Artêşa Tirk li gundên li herêma Geliyê Dirî ya li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.
Artêşa Tirk li gundên li herêma Geliyê Dirî ya li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.
Li gorî agahiyan, li gundên herêma Geliyê Dirî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, êvara Yekşemê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku operasyon li zozan û çêrgehên gundên Soryan, Bilindbasan û Birdikê tê meşandin.
Her wiha tê gotin, li Zozanê Navşiyanê jî liv û tevgereke zêde heye.
Li herêma ku operasyonê lê destpê kir, ji sibeha Duşemê û pê ve liv û tevgera helîkopteran destpê kir. Her wiha ji bejahî ve jî wesayitên zirxî hatin veguhestin.
Artêşa Tirk ketina ji derve ya gundên li herêma operasyonê asteng dike.
Hate ragihandin ku li qadên Masîro û Dirîşke yên li bejahiya navçeya Elbak a Wanê jî liv û tevgera leşkerî heye.