TJK-E: Rêberê me pêşî li komployê girt

TJK-E: Xeta jinên azad ku di nava têkoşîna dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye garantiya jiyana azad.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 20'an a Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li gelê Kurd, hêzên demokratîk û tevgerên jinan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê bibin.

Daxuyaniya TJK-E'yê ya li ser mijarê wiha ye: "Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, ji ber têkoşîna bê eman a Rêberê me bi ser neket û komplo pûç bû. Em sala 20'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê weke saleke girîng a têkoşînê pêşwazî dikin. Komplokeran di nava 20 salên bihurî de kir nekir nekarîn armanca xwe pêk bînin û li pêşiya xurtbûna îradeya azadiyê ya gelê Kurd nekarîn bibin asteng. Nekarîn pêşî li Kurdan bigirin ku li Rojhilata Navîn bibin model. Hêzên ku fêhm kirin nikarin pêşî li sîstema gelê Kurd bigirin, dixwazin komplo û polîtîkayên tinekirin û qirkirinê yên xwe dispêrin şer ji nû ve bixin rojevê. Di bingeha van êrîş û polîtîkayên şer de rejîma qirkirina gelê Kurd heye.

Polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê, sîstema tecrîdê weke sîstemeke êşkenceyê li dijî mirovahiyê û hemû hêzên azadîxwaz tê birêvebirin. Dewleta Tirk a faşîst ku ji demokrasiyê bêpar maye û hemû normên hiqûqî binpê dike, ev sîstema giran roj bi roj kûrtir kir û şerê qirkirinê bi vê yekê re dijwar kir. Dewleta TC a faşîst van sê salên dawî bi kiryarên herî giran radibe. Dewleta TC a faşîst êşkenceyeke giran li mirovahiyê, gelan, jinan, ciwanan û li 'Rêberê Azadiyê' dike.

Ev polîtîkaya êrîşê bêguman bi taybetî li dijî paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêbertî tê kirin ku ev paradîgma bûye hêvî û xeta jiyana azad ji bo gelan. Ev 19 sal in êrîş li paradîgmaya jiyana azad û demokratîk a Rêberê me tê kirin ku ji bo gelên herêmê, jinan û Kurdan pêşkêş kiriye. Êrîş van sê salên dawî gelekî giran bûne.

Sê sal in têkiliya Rêberê me bi derve re bi temamî hatiye birîn, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin û der barê tenduristî, ewlekarî û jiyana wî de agahiyek bi dest nakeve. Di rewşeke wiha de CPT hîn jî vê rastiyê ji nedîtî ve tê. Ev helwesta CPT ne ya qebûlkirinê ye. CPT heta niha bêdeng ma û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî rewşa Rêberê me bi cih neanî. Li gel vê yekê, herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara 'Êşkence li Ocalan nehatiye kirin' da. DMME'yê bi vê biryara xwe re pêşî li êrîşan vekir û di mijara zext û êşkenceya li Rêberê me de bû hevkarê dewleta faşîst a Tirk.

Di heman demê de cezayê hucreyê yê ji 6 mehan li Rêberê me hate birîn. Ev êrîş bi awayekî vekirî tê kirin û tê eşkerekirin. Ev jî nîşan dide ku rewş ber bi cihekî metirsîdar ve diçe. Rêberê me li Îmraliyê li nava hucreyekê tê girtin, lewma cezakirina wî di nava hucreyeke cuda de asta metirsîdar a rewşê radixe pêş çavan. Şehîd Umît Acar di hest, fikir û ruh de bi mezinahiya metirsiyê hesiya û bi çalakiya xwe got, 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'. Bi vî rengî bû nav û biryardariya her kesayetên Kurd wê li dijî êrîşên li ser Rêberî canê xwe bikin sîper û azadiyê misoger bikin. Qîrîna 'Jiyana bê Rêbertî ti carî nabe' ya şehîd Umît Car, ji bo me ferman û wasiyet e.

Xeta jinên azad ku di nava têkoşîna dijî komployê de veguherî tevgereke civakî, ji bo gelê Kurd û mirovahiyê bûye garantiya jiyana azad. Li dijî êrîşên nû yên hêzên komploker ên navneteweyî, weke tevgera jinên azad em bi biryar in ku li her qadê li ber xwe bidin. Em bang li gelê xwe dikin bi taybetî jî li jinan, ku li her qadê tevlî vê berxwedanê û pêvajoya avakirinê bibin û bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin. Li dijî êrîşên înkar û tinekirinê ku li dijî gelê Kurd ji nû ve ketine meriyetê, wezîfeya me ya bingehîn e ku em pêngava azadî ji bo Rêbertî heta encamekê bi dest bixînin bi meşînin. Em pê bawer in ku her kes wê bi hişmendî û berpirsyariyeke mezin tevlî pêvajoyê bibe. Di 6 û 9'ê Cotmehê de wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakî werin lidarxistin. Em bang li gelê Kurd bi taybetî jinan, li hêzên demokrasiyê, tevgerên jinan û dostên xwe dikin ku bi rengekî aktîf beşdarî van çalakiyan bibin. Rêberê azad Kurdistana azad e, Kurdistana azad Rojhilata Navîn a azad e. Aştî ye, demokrasî ye û mifteya jiyana xwişk-biratiyê ya gelan e."