Platforma Rojnamegerên Jin: Em ê bibin şopdarê têkoşîna Gurbetellî

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya ‘Roja Têkoşîn û Berxwedan a Rojnamgerên Jinên Kurd’ pîroz kir.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Rojnameger Gurbetellî Ersoz bibîranî. Di heman demê de îro weke ‘Rojna Rojnamgeriya Jinên Kurd’ tê îfadekirin û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê daxuyanî da û got; “Gurbetellî ya navê cesaret û berxwedanê ye, em ê dilê wê bi pênûsên xwe axa welatê xwe nexş bikin."

Daxuyaniya Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya wiha ye;

“Gurbetellî Ersoz a navê cesaret û berxwedanê ye, em ê dilê wê bi pênûsa xwe axa welatê xwe nexş bikin. Em di demek ku mîlîtarîzm di lutkeyê de ye, civak bi polîtîkayên tirs û çewisandinê tê rêvebirin, îtîrazeke bi çûk jî bi girtinê tê bersivandin re, medya hatiye yekirin ku em nikarin bahsa azadiya çapemeniyê bikin, bi dehan rojnameger di girtîgehê de ne, Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin pêşwazî dikin. Herwiha ev roj di heman demê de roja jidestdayîna jiyana rojnamger Gurbetellî Erosoz a ku rojnamegerk şoreşger e û Gerînendya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ye. Em di vê rojê de Gurbetellî Erosoz bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Xeta wê ya têkoşînê artêşeke li pey heqîtê ya rojnamegerên jin ava kiriye. Ev têkoşîn li qada çapeniyê di heman demê de ji bo têkoşîna jinê jî bû bingehek. Jinên rojnameger ên kurd ku ev mîras dewr gitin, bedela wê çi dibe bila bibe, ji bo ku rastî di tariyê de nemînin û heqetê derxînin holê têkoşîneke bêhempa didin. Di serî de Rojhilata Navîn faşîzma ku hemû cîhan veguherandiye qada şer û girêdayî vê faşîzmê zîhniyeta baviksalar a ku bi tecawizkirin, tundî û qetilkirina jin û zarokan û tundiya li dij xwezayê xwe heyî dike, bi pênûsa jinên Kurd ên rojnameger tê deşîfrekrin.

Em ê bibin şodarên têkoşîna ku ji bo ronîkirina rastiyan û dîroka çanda kurd bi dîroka jinê ya ku nehatiye nivîsandin re hatiye dayîn û vê dîrokê ji nû de binivîsin. Em Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin li tevahî rojnamgerên jin pîroz dikin."