Vejîn: Zextên li ser Rêber Apo, zextên li ser gelê Kurd in

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku armanca plangeriyê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, armanca plangeriyê civaka Kurd û nasnameya Kurd bû. Bi vê plangeriyê xwestin di sedsala 21. de derbeyekî li gelê Kurd bixin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) di derbarê plangeriya 9’ê Cotmeha 1998’an a Komploya navneteweyî de ku ji aliyê hêzên navdewletî ve li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêk anîn nirxand.

‘BI RÊBER APO RE CIVAKA Û NASNAMEYA KURD HATE HEDEFKIRIN’

Vejîn di destpêka axaftina xwe de, plangeriya navdewletî şermezar kir û ev tişt got: “Bi xwedî derketina Şehîdan û Rêber Apo wê plangerî vala derbikeve''. Vejîn diyar kir ku armanca plangeriyê ne tenê Rêber Apo bû, armanca plangeriyê civaka Kurd û nasnameya Kurd bû. Bi vê plangeriyê xwestin di sedsala 21. de derbekê li gelê Kurd bixin. Bi vê plangeriyê, Kurdên di şexsê Rêber Apo de xwedî li nasnameya xwe derdikevin û destkeftiyên gelên Kurd ên heyî asteng bikin. Şiyarbûna di encama têkoşîna Rêber Apo de xwestin ji holê rakin. Lê belê Rêber Apo bi têkoşîn û helwesta xwe ji bo xwedîderketina azadî û nasnama xwe di nava civaka Kurd de hişmendî û rêbazek nû ya têkoşînê pêşxist.”

 ‘HÊZÊN KU KURDISTAN KIRIN PARÇE DIXWAZIN VÊ PLANGERIYÊ BIDOMÎNIN’

Vejîn bal kişand ser komployê û ev nirxandin kir: “Ev plangerî ne tenê ji bo pêşiya gelê Kurd bêgirtin hat pêkanîn, di heman demê de ji bo pêşiya hemû gelên bindest ên ku bi felsefeya Rêber Apo dest bi têkoşînê kirine bê girtin, hat pêkanîn. Ji ber ku Rêber Apo li hemberî hêzên desthilatdar û navdewletî yên ku dixwazin di heremê de dîzayneke nû çêbikin, astengiyeke mezin û cidî ye. Hêzên ku Kurdistan kirin çar parçe dixwazin wê plangeriya xwe berdewam bikin û dîzaynên nû di heremê de çêbikin. Lê Rêber Apo li hemberî hêzên desthilatdar û emperyalîst ên cîhanê bi têkoşîn, felsefe û pergala ku nû pêş xistî bû astengiyeke mezin. Her çiqasî Rêber Apo li Îmraliyê be jî bi têkoşîna xwe ya 19 salan ev plangerî pûç kir. Rêbertî bi hebûna xwe û domandina wê têkoşînê li hemberî hêzên ku ew radestî Tirkiye kirin bû bersiveke herî mezin. Ji ber ku Rêber Apo got; ‘Mirin rihetir e ji jiyanê, lê belê ji bo vê plangeriyê pûç bikim  ez ê bijîm.

 ‘RÊBER APO TI CAR NEXWEST WEKE KES XWEDÎ LI WÎ DERBIKEVIN’

Zîlan Vejîn têkoşîna jinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bilêv kir û wiha pê de çû: “Jina Kurd di xeta azadiya jinê de têkoşîn dike û xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve. Ger ku îro jina Kurd bi serbilindî têdikoşe bingeha xwe ji felsefe û rêgezên ku Rêber Apo ji bo jinê daye diyarkirin digre. Rêber Apo, ji civak, jin û ciwanên ku hatibûn perçiqandin re nîşan da ku dikarin bi îrade û baweriya xwe xwedî li xwe derbikevin. Dikarin di şexsê xwe de xwedî li Rêber Apo derbikevin. Rêbertî ti car nexwest wek şexs xwedî li wî bê derketin, ji ber ku Rêbertî got civaka Kurd û jina Kurd çiqas azad be wê demê Rêbertî azad dibe. Yek jî armanca vê plangeriyê, gel ji Rêber Apo qutkirine û nehêlin nêrînên gel bigihîjin gel û civakê. Lê îro hemû gelê Kurd di dilê Rêber Apo de jiyan dike, Rêber Apo jî di dilê gelê Kurd de dijî. Ev qutkirina fîzîkî nikare armanca desthilatdarên Tirk pêk bîne. Ev qutbûn ji bo jin û ciwanên Kurd dibe sedemû hêrseke mezin a têkoşînê.”

 ‘ALTERNATÎFA LI HEMBER PARGELA KAPITALÎST PERGALA RÊBER APO YE’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro hemû hêzên sosyalîst, dixwazin têkoşîna ku di şexsê Rêber Apo de dest pê kir, nas bikin û bi vê şêwazê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû hêzên demokratîk,aştîxwaz dizanin ku yekane rêya çareseriyê yanî alternatîfa li hemberî pergala kapîtalîst; pergala Rêber Apo ye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî her roj pêlên nerazîbûyînan zêde dibe. Ev jî bandora felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ye. Pêwîst dike dijmin vê jî bizanibe, hemû gelê Kurd li derdora Rêber Apo weke xelqeyekî xwe kîlît kirine. Zextên li ser Rêber Apo, zextên li ser gelê Kurd e. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka avabûyîna tevgera Kurd heya rojame ye îro têkoşîn dike û wê ev têkoşîn berfirehtir bibe. Azadî berdêlan dixwaze,ji ber wê îro li her çar parçeyên Kurdistanê berdêl tên dayîn. Ev berdêl berdêlên civakeke azad û demokratîke. Rojhilatê Kurdistanê dema esareta Reber Apo de bi helwesta xwe ya girseyî diyar kir ku her zexteke li ser Rêber Apo li ser xwe dibînin. Ji vê şûndatir, hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî jinên Kurd berfirehtir bi naskirina Rêber Apo, xwedî li Rêber Apo derbikevin. Rêber Apo bi hemû gelê Îranê bidin naskirin.”