Ji KJK’ê ji bo azadiya Ocalan peyama ‘çalakiya radîkal’

Koordînasyona KJK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘’Girîngiyeke jiyanî ye ku li her deverê rojê 24 saetan çalakiyên radîkal werin kirin’’.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkilî salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya  ku ji bo azadiya Ocalan ‘’seferberî û çalakiya radîkal’ hate kirpandin, wiha ye:

 ‘’Di salvegera 20’an de ya komploya navdewletî ku 9’ê Cotmehê li ser Rêbertiya me hatiye kirin, em vê komploya ku dîroka mirovahiyê dîtiye, ya bi tifaqên herî gemarî şermezar dikin. Rêber APO, ji ber ku nîra hêzên hegemonîk  ên cîhanî ku dixwestin sedsala 21’ê bikin sedsala tarî,  li ser gelên Rojhilata Navîn, jin û mirovahiya çewisandî şikandiye û ji bo ku hesabên wan têk biriye, bûye hedef. Ji ber vê rojê em dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke dî diyar dikin.  Li ser dirûşma biryara pêngavê ya ku di Desteya 8’an a KJK’ê de hatî standin, bii hişmendiya ‘’ ‘‘Sonda me ye: Emê Pergala İmralı Parça bikin. Bi Rêber Apo re Azad bijîn! ‘’ li dijî şerê qirkirinê ya li ser jinê û Kurdan tê ferzkirin bi parçekirina teşeyên jiyana koledar pêkanîna azadiya fizîkî ya li ser Rêber Apo ye. Her wiha dîsa em soz didin ku em biryardar in ku modêla jiyana azad a gelê xwe pêk bînin û rejîma qirker a li ser gelê Kurd bişkînin. Di têkoşîna komploya navdewletî de, şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ku li dora  Rêber Apo bûne xeleke ji êgir, kirin ku planên hêzên komploger nikaribin bidomin, Rojbîn, Berwar, Tayhan, Rotînda û Kurdê û herî dawî Umît Acar ku bedena xwe dayî ber êgir careke dî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê xeta milîtan û fedaî ya ku wan afirandiye geştir bikin.

Bi Rêbertiya Serok Apo têkoşînek tê dayin ku ji bo hemû mirovahiyê bûye kana jiyanê û xeta hêviyê. Vê têkoşînê çawa ku planên hêzên komloger deşîfre kiribe û anîbe rewşeke ku nikaribe bixebite, li dijî vê êrîşa giran têkoşîna azadiyê, kêmasiyên li bara komployê li paş hiştiye û hatiye asteke encamgir û têrkar. Bi rengekî ku hevnirxê gotina ‘birîna ku nekuje mirov qewîn dike’, xwe li ser tecrûbeyên berê ji nû ve pênase kiriye, xwe ava kiriye û çalak kiriye. Bi komploya 9’ê Cotmehê re diyar e ku têkoşîn li ser sê lingan xwe pêk aniye.

Xeta jina azad, xeta milîtaniya fedaî û rasteqiniya gelê şerker! Ev rasteqîniya têkoşînê ya  ku li ser dehaya mezin a Rêber Apo û ked û hewdana mezin a ku kes nikare heqê wê bide pêk hatî, rejîma îmha û înkarê ya li ser gelê Kurd parçe kiriye. Di xitimandina siyaseta îmha û înkarê de ya girêdayî pergala qirker a çandî pêk hatî, bûyina sêyem a mezin ku bi têkoşîna dijî komploya navdewletî derketî holê, bi roleke diyarker rabûye. Têkoşîna azadiyê ya ku bi êrîşa komployê hatî xwestin were radestkirin û vîna wê were şikandin, di nav vê têkoşînê de, bi temamî ji pergalê cihê bûye û qutbûn pêk aniye. Qutbûn ne tenê yêk hêlî ye.

Qutbûna ji hêla hişmendiyê ve kiriye ku di şêwaza jiyanê de pergalek bizê û kiriye ku pergala xwemalî ya azadiyê derkeve holê. Di sala 20’an a komploya navdewletî de ku şerê di navbeyna modernîtya demokratîk û pergala mêtingeriya kapîtalîst de,  gihaştiye asta rastqeniya şerker a Kurd. Sala 20’an a komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê, bi rengekî ku pirsa çareseriya Kurd bi giranî xwe ferz dike, bi fikarên kûr ku şerê cîhanê yê 3’yan a li Rojhilata Navîn, pêşwazî dikin. Di 20 salên bihurî de komploger daxwazên xwe bi cih neanîne, nekarîna ku pêşî  li vîna azadiyê ya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê geş bibe û li Rojhilata Navîn bibe modêl. Hişmendiya wê ya azadiyê û vîna wê têkoşîna wê ya vînî bi rengekî berfireh karîger kiriye.

Serdema dîrokî ya berdest dema wê ye ku em hemû dêhn û bala xwe bidin ser azadiya Rêber Apo û serfiraziyê teqez bikin. Hêzên ku fêhm kirin nikarin pêşî li pergala Kurdan a li ser çand û vîna gewherî ava dibe bigirin, ku ev jî bi têkoşîna me ya ji 40 salî zêdetir e, dixwazin polîtîkayên komplo, îmha û qirkirinê dîsa rojane bikin û karîger bikin. Weke ya di dîroka 9’ê Cotmehê de, îro jî li navenda van polîtîkayên êrîş û şer newlet dewleta  Tirk heye.’’

KJK’ê bi berdewamî daxuyaniya xwe de bal kişande ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û got, ‘’Biryara dawî ya ku DMME’yê daye, hewldana wê ye ku kirasekî yasayî li pergala êşkenceyê û tecrîdê bikin. Hiqûqa xwe ya navxwe, hiqûqa navnetewî û demokrasî binpê kiriye. DMME û CPT bi vê helwest û biryarê bûye hevkarê pergala êşkence û tecrîdê ya dewleta TC’ê ya faşîst. Ev, di nav wê konseptê de pêk hatiye ku hêzên komploger dixwazin pêşî li vîna azadiyê bigirin. Ev 20 sal in li ser hîmê pergala Imraliyê, li ser Rêbertiya me rêbazên şerê taybet ê giran ên wekî tecrîd, zexta psîkolojîk û fizîkî, jehrdanê pêk anîne. Ji 5’ê Nîsanê ve jî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêbertiya me anîne asta herî bilind. Divê hemû hêzên komloger, hêzên ku konsepta zindana Imraliyê diyar kirine, divê zanibin ku gelê Kurd ê ku bi dil û aqilê xwe dilsozê Rêbertiya xwe ye, wê vê zilmê û êşkenceyê ti caran qebûl neke û ji bîr neke.

Lê ev hemû êrîş, biryarên ku bi navdewletî têne standin, derketiye holê ku wê nikaribin pêşî li vîna azadiyê bigirin. Berxwedana Kurdan a li dijî komployê li dora Rêbertî dicive, geş dibe . Ev êrîşa bi taloke ya li ser Rêbertiya me, şerê ku li Bakurê Kurdistanê û li dijî gelê me yê Rojava tê kirin, operasyonên li dijî hêzên me yên gerîla yên ku têne zêdekirin, nîşan dide ku ev berdewamiya komploya navdewletî ye. Di sala 20’an de têkbirina komployê tenê bi ‘’Geşkirina berxwedanê ya bi civandina li dora Rêbertî, bi tevgerbûna bi milyonan û li her deverê bi radîkalkirina têkoşînê ya li her deverê pêkan e’’.

Bi vê maneyê ‘ji bo azadiya Rêbertiya me’, girîngiyeke jiyanî ye ku gelê me, gel, jin, ciwan li her deverê rojê 24 saetan bi rewşa seferberiyê, çalakiyên radîkal geş bikin. Jinên Kurd di serî de li dijî van êrîşên li ser Rêber Apo bi hêrseke mezin e. Çawa ku hêza têkbirina komployê ji vê hêrsê distîne, gihaye xeta azadiyê jî ku hêzên komloger tine bike.’’

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin, ‘’Ji bo ev şerê qirkirinê were têkbirin, divê hemû hêzên demokrasî û şoreşger ên li Tirkiyê bi gelê Kurd re, bi çarçoweya têkoşîna hevpar li dijî faşîzmê têkoşîna radîkal bidin. Bi vê çarçoweyê em bang dikin ku di serî de jin û gel, hemû hêzên şoreşger li eniya hevpar têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin.’’