Li Wanê jinan zextên li girtîgehê protesto kirin

Li Wanê jinan li pêşiya girtîgehê politîkayên tecrîdê bi çalakiyekê protesto kirin.

Li Wanê bi armanca protestokirina zextên li girtîgehê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktivîstên TJA’yê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, aktivîstên TJA, rêveberên TUHAD-DER û hevşaredar beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

 Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û nerazîbûn nîşanî zext û politîkayên tecrîdê yên li girtîgehê dan. Orhan bang li hikûmetê kir ku dev ji politîkayên tecrîdê berde, pirsgirêkên malbatan guhdar bike. Orhan diyar kir ku ew ê her tim piştevaniyê malbatan bikin.