Kişanak: Paşeroja demokratîk bi ked û îradeya jinê ava dibe

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo çalakiya danasîna pirtûka xwe ya bi navê "Rengê xemrî yê siyaseta Kurd" peyamek şand û got, "Em qasî çivîkan azad in."

Pirtûka "Rengê xemrî yê siyaseta Kurd" ku ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ve li girtîgehê hate nivîsandin, li Pirtûkxaneya Mephîsto ya Beşîktaşê ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê ve hate nasandin.

Keça Kişanak Evîn Kişanak, Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Fîlîz Kerestecîoglû, Serpîl Kemalbay, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, Edîtora Femînîst Hulya Osmanagaoglû, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Gulsum Agaoglû, hunermend Pinar Aydinlar, nivîskar Ayşegul Tozeren, jinên ji TJA'yê, Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, ÎHD, Hewldana 78'an û jinên Dersîmî gelek jinên femînîst tevlî çalakiya danasînê bûn. Di kombûnê de peyama Kişanak hate xwendin.

Rêvebera HDP'ê ya Stenbolê Tulay Aydin destpêkê axivî û pirtûka Kişanak da nasîn.

'YEK JI JINÊN BERXWEDÊR GULTAN KIŞANAK E'

Piştre Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan peyivî û bi bîr xist ku nivîsandina pirtûkê li girtîgehê ne karekî hêsan e û got, "Nivîsandina pirtûkeke bi vî rengî di nava şert û mercên gelekî giran e, bû nesîbê Gultan Kişanak. Gultan Kişanak bi vê pirtûkê re ne tenê çîroka xwe vegot, di heman demê de bal kişand ser têkoşîna azaidyê ya siyasetmedarên jin ên mîna wê dîl girtîne. Di vê pirtûkê de em zor û zehmetiyên di dema dayina têkoşîna azadiyê ya jinê de derdikevin holê, dibînin. Û jinên ku li hemberî wan zor û zehmetiyan li ber xwe didin tên dîtin. Yek ji wan jî Gultan Kişanak e."

Bûldan diyar kir ku Kişanak bi rêya vê pirtûka xwe ew bi tenê nehiştine û got, "Niha jî dor hatiye me. Ji bo Kişanak û hemû hevalên xwe yên siyasetmedar ên dîl hatine girtin bi tenê nehêlin, em ê xwedî li vê pirtûkê derkevin. Ev pirtûk pirtûka hemû jinan e. Wê pêşengî ji vê yekê re kir, em ê jî xwedî lê derkevin."

Aktîvîsta femînîst Hulya Osmanagaoglû jî destnîşan kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber ku edîtorî ji pirtûka Kişanak re kiriye. Osmanagaoglû diyar kir, di pirtûkê de 22 hevpeyvînên jinan hene û işaret bi zor û zehmetiyên jinên ku siyasetê dikin, tê kirin. Di dawiya axaftina xwe de jî spasiya Kişanak û hemû jinên ku keda wan di vê pirtûkê de heye kir.

'EM PAŞEROJA XWE BI PERSPEKTÎFA JINAN BIAFIRÎNIN'

Piştî axaftinan, keça Kişanak Evîn Kişanak peyama dayika xwe xwend. Kişanak silav li jinan kir û got, "Me xwest tevkariyekê li têkoşîna azadiyê bikin. Hêvîdar im ev pirtûk wê cesaretê bide hemû jinan û siyaseta demokratîk. Em paşeroja xwe bi perspketîf, nêrîn û îradeya jinê biafirînin. Ti zehmetî nikare pêşî li paşeroja me bigire. Wê nikaribin bîranînên me, têkoşîna me, keda me dîl bigirin. Dixwazim ji we re bêjim ku bi dil, hişmendî û berxwedêriya xwe, îro li vê salonê em bi we re ne."

Kişanak di peyama xwe de bang li hemû jinan kir û herî dawî got, "Siyasetê radestî otorîteya ji mejiyê mêr nekin, radestî hiyerarşiya zordar û karekterê mîlîtarîst nekin. Bi wêrekî, bi rengê jinê cihê xwe di nava siyasetê de bigirin. Paşerojeke demokratîk, çareseriyeke aştiyane bi keda jinê dibe. We dawetî mezinkirina piştevanî û rêxistina jinê dikim. Di têkoşîna we de serketinê dixwazim. Em bi qasî çivîkan azad in, meraqa me nekin."

Di civînê de Pervîn Bûldan pirtûka Gultan Kişanak îmze kir.