Leşkerên Tirk li ser sînor welatiyekî Sûriyeyê bi êşkenceyê qetil kir

Hate ragihandin ku leşkerên Tirk bi rengekî hovane êşkence li du welatiyên Sûriyeyê kirin ku hewl didan di ser bajarê Kobanê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Di encamê de kesek bi êşkenceyê hate kuştin.

Li gorî agahiyan, 2 Sûriyeyiyên hewl didan ji sînor derbas bibin, ji aliyê hêzên dewleta Tirk a dagirker ve hatin girtin.

Di encama êşkenceya hovane ya leşkerên Tirk de Mûhammed Helef Rebîha jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan Rebîha bi eslê xwe ji bajarê Hamayê bû û li Reqayê dima. Kesê din ê hate girtin jî li gorî agahiyan birîndar bû.