Konferansa Navnetewî: Divê ked û hebûna jinê neyê binpêkirin

Debbîe Boockhîn di konferansa mijara “Şoreşa di qonaxa pêkhatinê de” ya li Farankfûrtê axivî û wiha got; “Divê kapîtalîzm bê hilweşandin, eger em dixwazin cîhanekî ekolojîk, feminîst ava bikin divê em têkoşînê geştir bikin.

Nêzî 500 jinên ji welatên cûda yên cîhanê beşdarî Konferansa Jin a Navnetewî ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bûn. Di rûniştina yekemîn de mijarên hebûn û binpêkirinên  jin, erdingari, av, daristan hate destgirtin.

Konferansa ku ji her civakê jin bi rengê xwe beşdar bûbûn, bi vekirinekê bi reng destpê kir.

Ji gelek welatên cûda yên Cîhanê bi qasî 500 jin beşdarî konferansê bûn. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê yek bi yek jin derketin ser dike û bi reng û zimanên xwe peyamên xwe dan.

Dûre li ser navê komîteya amadekar Dîlber Aydin destpêkê axivî.

Aydin bi bîr xist ku pergala zilam di krîzeke mezin de ye û heke jin rêxistiniya xwe xurt bikin wê bikaribin bi ser kevin.

Aydin destnîşan kir ku bi bilindbûna têkoşîna jinan êrişên pergala rizî ya zilaman jî zêde dibin û wiha bal kişand ser tespîtên Rêber Apo; Wê  sedsala 21'an bibe sedsala jinan. Jinên kurd jî ji bo vê yekê têdikoşin.

Aydin diyar kir ku ji Rojhilata navîn heta bi Ewropa û Emerîkayê têkoşîna jinan mezin dibe û îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a jinan kir.

Piştî axaftina Aydin rûniştineke bi mijara dekolonîzasyona jinan pêk hat. Rojnamevan Debî Bûkîn modeatoriya wê kir.

Ji rêxistina OFRANEH a jinên reşik ên Hondurasê Mîrîam Mîranda behsa dijwariya jinan a di nav pergala kapîtalîst de kir.

Mîranda got jin di serdemên krîzê de zêdetir êşê dikişînin û şîdet li wan tê kirin û li dijî vê jî xwest rêxistiniya jinan were xurtkirin.

Mîranda anî ziman ku lazim e jin li dijî pergala kapîtalîst û rêveberiyên sosyalîstên qelp pergaleke alternatîf çêbikin.

Rojnamevana arjantînî Klodiya Korol jî bi navê 'Rûxîna sedsala 21'an jin firsedan dinirxînin' pêşkêşiyek kir.

Korol jî bal kişand ser rûxîneriya pergala kapîtalîst a li ser xweza û civakê û diyar kir ku jin li dijî vê pergala ceberrûd berxwedaneke kollektîf bi pêş dixin.

Civaknas Nazan Ustundag jî bi navê 'Teslîsa zayendparêzî û kapîtalîzmê' pêşkêşiyek kir.

Ustundag got populîzm û nijaperestî bi civakê dilîze û li dijî vê jî jin encax bi rêxistiniya xwe bikarin pêşî li vê şîdetê bigirin