Koçerî, gerîla û terciha jiyana birûmet

Dayika Hediye ya ku li nava bajar hewl dide çanda koçeriyê bide jiyîn, kesayeta wê ya cuda û balkêş, girêdana wê ya bi welat û çanda wê re ye.

Hemû lîtertûrên û têgehên koçeriyê yên di nava gel de tê zanîn di kesayeta dayika Hediye de xwe dabû ye. Dayikeke Kurd ku min koçerî û koçertî li gel wê hîn bûyî bû. Li gel Dîrok a ji sala 1998’an ve di nava gerîla de têkoşînê dike, di nava gotûbêjeke ku li ser koçerî û koçertiyê de dayika Hediye hate bîra min.

Dayika Hediye ya ku zarokeke malbata koçer ê li Botanê çavê xwe li dinê vekiribû, heta dema koçberiya bi darê zoarê jiyana xwe bi koçberiyê derbas dikirin. Dagirkeriya dewleta Tirk a bi armanca polîtîkayên tinekirina Cizîrê û ji xerîteyê jêbirinê, dîsa di sala 1990’an de operasyonên sîxûrkirin û cerdevaniyê dayika Hediye mal, lawir û hemû jiyana xwe li pey xwe dihêle û ber bi bajarê ku nasneke ve diçe. Ji jiyana wê ya berê çanda koçberiyê û rûmeta wê ya ku qet devjê neberde mebû.

HEWLDANA LI NAVA BAJAR DOMANDINA ÇANDA KOÇERIYÊ

Dayika Hediye ya ku di nava hewldanan de ye ku çanda koçberiyê li nava bajar bide domandin, di nava çar dîwanan de bi xwedîkirina çêlek, bizin û mirîşkan her çendî dûr jî be dixwaze çanda xwe bidomîne.

Ez ji kû digihêjim vê qenetê? Ji şopên li nava mala dayika Hediye digihêjim vê qenetê. Dayika Hediye zivistanê holika ku ji nû hatî dinê li nava odeya rûniştinê di nava zarokan de dirazand. Dayika me bê ku guh bide ku di nava lawiran de jiyîn wê nexweşiyên cuda bi xwe re bîne, li rexa sobeyê li ser cihê erdê bi bîberonê şîr tije dike û dide holikê. Holika ku bi rojan li nava malê tê xwedîkirin êdî dibe yek ji ferdê malbatê, dema ku hinek baştir dibe dibin li ber dayika wê çêleka zar.

SEPANDINA SÎXÛRIYÊ YA LI KOÇERAN

Şîrê lawirên xwe li ser agirê daran dikeland. Li gorî baweriya wê enceq bi wî awayî toka mast baş çêdibû. Mast û hêkên ji dikanan nedigir, hêkên ji mirîşên ku li mal xwedî dikir dida zarokên xwe. Ji xwe hêkên bi ewle û tendurist jî ew bû. Ne zarava, fîstan û lacika dayîka Hediyeyê ji mirovên derdor cuda dikir, ya ferq dikir kesayeta wê ya otrorîter û balkêş, dîsa girêdana wê ya bi welat û çanda wê re bû. Li kû dibe bila bibe, nasnameya xwebûn ya ku ti demê devjê neyê berdan bû.

DILDAYÎNA GERÎLA XWEDÎDERKETINA LI RÛMETÊ YE

Gerîla Dîrok destnîşan kir ku gelê Kurd ên girêdayî welatê xwe bersivên di cih de dane dijmin û wiha got: “Dijminê ku têgiha rûmetê winda kirî, îsal li ser koçerên Botanên ‘ Yan hûn bibin sîxûr, an jî rê nadin ku bên zozanan’ gelê me yê birûmet ê koçer jî dibêjin; ‘Madem hûn dibêjin an bibin sîxûr an jî dev ji jiyana xwe ya koçberiyê berdin. Wê demê em jî dev ji koçeriyê berdidin.’ Gelê me yê koçber ê bi vî awayî girêdayî welat û rûmeta xwe, bi vê bersiva dayî dijmin, ne tenê ji bo hêzên faşîst ên dagirker, ji bo îxanet û teslîmeyetê jî bûye toqatek. Ji ber ku ew rûmeta xwe bi ti tiştî nadin, dîsa ew gelê me yên ku parêzvanên jiyana rûmetê ya jiyana gerîla ji dil bawer dikinin.”

Dîsa gotinên dawî yên gerîla Dîrok dayika Hediye anî bîra min. Malbatekî ku berî 25 salan li ser redkirina cerdevaniyê ji jiyana xwe ya koçberiyê qût bibûn, îro malbatekî din heman nêzîkatî cerdevanî red kirin û dawî li jiyana xwe ya koçeriyê aniye.”