Milanoviç careke din bû serokkomarê Hirvatistanê
Zoran Milanoviç ku neçar ma dest ji wezîfeyê berde, careke din ji bo serokkomariya Hirvatistanê hate hilbijartin.
Zoran Milanoviç ku neçar ma dest ji wezîfeyê berde, careke din ji bo serokkomariya Hirvatistanê hate hilbijartin.
Serokkomarê Hirvatistanê Zoran Milanoviç ku rexne li Yekîtiya Ewropayê û NATO'yê dikir û muxalefetê piştgiriya wî dikir, li gorî encamên fermî di dengdana tûra duyemîn a hilbijartinê ya roja Yekşemê de namzetê partiya muxafazakar a li desthilatdariyê têk bir û ji bo pênc salan careke din hate hilbijartin.
Serokkomar Zoran Milanoviç bi heqareta li partiya Yekîtiya Demokrat a Hirvat (HDZ) a rastgiriya tund dest ji wezîfeyê berda bû, lê di hilbijartinên dawî de bi rêjeyeke bilind a dengan careke din hate hilbijartin.
Li gorî encamên fermî yên hilbijartinê ku ji sedî 90 ê dengan hatin hilbijartin, Milanoviç di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de zêdeyî ji sedî 74 ê dengan wergirt. Hevrikê wî Dragan Primorac ji sedî 26 ê dengan bi dest xist.
Milanoviç piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê daxuyaniyek da û serketin weke nîşaneya bawerî û erêkirina hilbijêran pênase kir.