JIN
Hemû Nûçe
-
10 girtiyên jin ketin ber lêpirsînê
Rojnamevan Kîbriye Evren jî di nav de 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dîl girtî ne, ji ber ku bi Kurdî stran gotine ketin ber lêpirsîna dîsîplînê. -
Cenazeyê gerîla Bîlîn ber bi Xarpêtê ve hate birêkirin
Cenazeyê gerîla Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) ku 13'ê Îlonê şehîd bûbû, ji bo ku were veşartin ji Meletî hate standin û ber bi Xarpêtê ve hate birêkirin. -
SMJÊ: Divê rêxistina jinên Êzidî bi lez û bez bê xurtkirin
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo dawî li qirkirina fîzîkî û çanda destavêtinê were anîn, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. -
Dayikên Şemiyê: Em mafê veşartina kuştiyên xwe dixwazin
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya 710’emîn di bin ablûkaya polîsan de pêk anî. -
Tevî ku 7 caran ji gilihê hevjînê xwe kir jî hate qetilkirin
Li bajarê Besançon ê Fransayê roja Sêşemê jina bi navê Razîa tevî ku 7 caran gilhê hevjînê xwe kir û alîkarî ji rayedaran xwest jî hate qetilkirin. -
Jinek bû Seroka Dadgeha Bilind a Etiyopyayê
Hikumeta Etiyopyayê hewl dide cihê jinan ê li nava saziyan xurt bike. Yekemcar ji bo serokatiya Dadgeha Bilind jinek hate hilbijartin. -
Xidro: Dewleta Tirk ji DAÎŞ'ê ya hov bêhtir taloke ye
Seroka Konseya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got, ''Hemû jinên cîhanê divê berevaniyê li pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin''. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Gelên Rojava dev ji şoreşê bernadin
Meclîsa Jinan a HDP’ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku tu êrîş ew ê nikaribe gelên Rojava ji şoreşê dûr bixîne. Meclîsa Jinan diyar kir ku berxwedana Kobanê qedera herêmê guherand. -
'Em bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin'
TJK-E: Em bang li jinan, gelê xwe û hemû hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê têkoşînê geş bikin û bi xurtî xwedî li berxwedana li Rojava derkevin. -
Newaya Jin: Jinên ji her devera cîhanê li hev civiyan
Hejmara 164'an a rojnameya jinê Newaya Jin derket. Rojname ji sala 2005'an û vir ve mehan bi rêk û pêk li Ewropayê tê weşandin. -
Li Rotterdamê semînera li ser jineolojiyê
Saziya jinan a sosyalîst a bi navê Rode Morgen, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê semînereke jineolojiyê organîze kir. -
Rêxistinên jinan dest bi amadekariyên 25’ê Mijdarê kirin
Rêxistinên jinan di çarçoveya amadekariyên ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li ser Jinê’ li Stenbolê ‘Civîna Mezin a Jinan’ li dar xistin. -
Ji jinên Kurd û Swîsreyî meşa femînîst
Li Swîsreyê meşa Femînîst a Şevê ya kevneşopî îsal bi îlhama berxwedana jinan a Rojava hate kirin. -
Dayikên Şemiyê: Li Tirkiyeyê dîktatorî heye
Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn. Dayik Hatîce Toraman wiah got; “Li Tirkiyeyê mirovahî nîne; di demê padîşahan de jî dîktatoriyekî wiha nebû.” -
Ji destê jinan dimsa merxê ya derman
Sevîm Kaplan ku bi firotina dimsa merxê ku ji gelek nexweşiyan re derman e debara xwe dike, got, ''Jin bila xwe tevlî hilberandinê bikin û bi keda xwe pereyan bi dest bixin''. -
Di nava artêşa Brîtanyayê de jin wê êdî li her qedemeyê hebin
Li Brîtanyayê wê dawî li cihêkariya li nava artêşê li jinan tê kirin bê anîn. Û artêş bi rengekî welê were bi rêk û pêk kirin, ku jin karibin li hemû qedemeyan cih bigirin. -
Bêrîtan asta herî bilind a jinên Kurd ên berxwedêr e
Ji fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û Rojda Sîîrt gotin, Bêrîtan asta herî bilind a jinên Kurd ên berxwedêr e. -
HDP: Divê Nadiye Gurbuz serbest were berdan
Meclîsa Jinan a HDP’ê xwest ku bila endama Meclîsa Partiyê û ya Jinan a HDP’ê Nadiye Gurbuz serbest were berdan. -
20 jin sirgûn bûn
Ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amedê 5 jê nexweş, 20 girtiyên jin sirgûnî Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Tarsûsê kirin. -
PAJK'ê Gulnaz Karataş bi bîr anî û artêşbûna jinê pîroz kir
Koordînasyona PAJK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî ku 25'ê Cotmeha 1992'an teslîmî xiyanetê nebû û tevlî karwanê nemiran bû. PAJK'ê artêşbûna jinê jî pîroz kir ku salek piştî şehadeta Bêrîtan hate ragihandin. -
Ji bo jinan karkerî li Swêdê zehmet e
Mûçeyê kêm, tempoya bilind a kar, stres, gef, şîdet û destdirêjiya zayendî çend ji pirsgirêkên karkerên jin ên li Swêdê ne. -
Gerîlayên YJA Starê: Em ê li ser xeta Bêrîtan bi ser bikevin
Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera 26'an a şehadeta Bêrîtan de gotin, wê di xeta Bêrîtan de şer bikin û civakeke azad biafirînin. -
Jinên li Îzlandayê wê ji bo mûçeyê wekhev dakevin qadan
Jinên li Îzlandayê wê ji bo şermezarkirina newekheviya mûçeyê navbera jin û mêr de, 24'ê Cotmehê roja Çarşemê saet 14:45'an dest ji kar berdin û dakevin qadan. -
Fermandara YJA Starê: Me nû dest pê kir, em mezin dibin
Ji fermandarên YJA Starê Nalîn Dilpak diyar kir ku ew artêşa xwe mezintir dikin û got, "Me hîn nû dest pê kir, em mezin dibin. Bila dijminê me baş bitirse, ji ber ku îdîaya me ya ji bo şer hîn mezintir e." -
Bêrîtan li Moskowê hate bibîranîn
Gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li Moskowê ji hêla jinên Kurd ve hate bibîranîn.