Newaya Jin: Jinên ji her devera cîhanê li hev civiyan

Hejmara 164'an a rojnameya jinê Newaya Jin derket. Rojname ji sala 2005'an û vir ve mehan bi rêk û pêk li Ewropayê tê weşandin.

Newaya Jin di hejmara xwe ya Mijdarê de giranî da ser Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî ku bi navê "Şoreşa tê afirandin" rojên 6-7'ê Cotmehê li Frankfûrtê hate lidarxistin. Li gel nêrînên delegeyan ên li ser mijarê, çavdêriyên bi şîroveyan jî hatin weşandin.

DEMA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Rojeveke din ku di hejmara 164'an a Newaya Jin de cihekî berfireh girt, "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê" ye. Ji rayedarên Tevgera Jinên Kurd Çîgdem Dogû li ser mijarê nivîsî û işaret bi avakirina sîstema azadiyê ya jinan kir.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Şukran Sîncer û Dilda Roj jî li ser mijareke bi heman rengî nivîsîn û li sedemên komkujiyên jinan ên li Ewropayê zêde bûne kolan.

'DEMA KURDAN'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk jî 27'ê Mijdarê û şert û mercên derketina Tevgera Azadiyê ya Kurdan vegot. Stêrk bal kişand ser çarenûsa siyasî ya sedsalê nû yê Kurdan. Stêrk pêvajoya têkoşîna nîv sedsalî weke 'Dema Kurdan a li dora têkoşîna jinan' pênase kir û bandorên wê yên siyasî, civakî û sosyolojîk nirxand.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Xanim Engîzek jî di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de heman mijar nirxand û diyar kir, wekhevî û azadî bi nasnameya azad a jinê dikarin bên afirandin.

'OCLAAN XETA SOR E'

Rojnameyê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih da nêrîna jinên ciwan û ragihand ku Ocalan di nava ciwanan de xeta sor e. Ciwanan nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê dan û ji bo kampanya 'Serî hilde' bang li ciwanên Kurd kirin.

DESTANA BERXWEDÊRAN

Di hejmara 164'an a rojnameyê de hevpeyvîn bi nivîskara pirtûka "Barana ewran" Denîz Bîlgîn re hate kirin. Pirtûka Bîlgîn li ser çîrokên rastî yên Berxwedana Kobanê ye.

Di rûpela Civak û Jiyanê de, Medya Doz bîranîna li ser gerîlaya YJA Starê JÎndar Ezgî (Pinar Yildirim) nivîsî ku 15'ê Tebaxa 2018'an li Dersimê di şer de şehîd bû.

Li gel nivîsa 'Şîdeta li ser hebûna jinê ye' ya Nûrheq Gulbahar, her wiha nivîsên Çarçel Engîzek, Zerya Gul û Evîn Zîlan di hejmara meha Mijdarê ya rojnameyê de cih girtin.